ʹSîstema perwerdeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bala civaka Alman kişandʹ

Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşik encamên serdana şandeya perwerdeyê ya ji bo Almanyayê eşkere kirin. Nesrîn destnîşan kir ku pergala hevserokatî û pergala perwerdeyê ya pirziman a li herêmê bala civaka Alman kişand.

ʹSîstema perwerdeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bala civaka Alman kişandʹ
6 adar, 2023   01:35
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Li ser vexwendineke fermî, hevserokata Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûiyeyê Nesrîn Reşik û cîgira Desteya Perwerdeyê Dîlber Yûsif 6`ê Sibatê serdana Yekitiya Mamosteyan a Almanyayê kir. Di serdanê de, şandeyê bi gelek aliyên pirspor ên perwerdeyê re hevdîtin pêk anî. Serdan heta 21`ê Sibatê berdewam kir.

Şandeyê bi gelek kesayet û aliyên têkildarê re pergala perwerdeyê ya Almanyayê re civiya. Her wiha tev li konferansa salane ya Yekitiya Perwerdeyê ya Almanyayê bû.

Der barê serdanê de hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn Reşik  ji ajansa me re axivî û got: “Xurtkirina têkiliyên dîplomasî di navbera saziyên perwerdeyê yên herêmê û welatên din de gelek girîng e. Pêşxistina van têkiliyan yek ji biryarên konferansa me ya dawîn bû. Li ser wê esasê, me xwe gihand aliyên perwerdeyê yên gelek welatan di nav de Almanya heye. Di çarçoveya vê xebatê de, di Mijdara 2022`yan de me endamtiya Desteya Perwerdeyê ya Navneteweyî (Education International) wergirt ku yek ji mezintirîn yekitiyên cîhanî ye û nûnertiya zêdetirî 30 milyon karmendên perwerdeyê ji pêvajoya beriya dibistanê bigire heta bigihêje zanîngehê dike. Me i rêya online civîn bi gelek yekitiyên mamosteyan ên alman re b li dar xistin. Di encamê de, bi awayekî fermî ji bo ku tev li konferansa Yekitiya Mamosteyan a Almanyayê bibin, em hatin vexwendin.”

Girêdayî serdanên ku pêk anîne û nîqaşên ku hatine kirin Nesrîn Reşik wiha anî ziman: “Di civîn û hevdîtinên me yên li gel saziyên perwerdeyê yên Almanyayê û saziyên kurdî yên çalak de, nîqaş herî zêde li ser rêbazên pêşxistina van têkiliyan bû. Rewşa perwerdeyê ya li gel rewşên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibin û êrişên dewleta Tirk a dagirker û xisarên ji ber erdhejê li dibistanan bûne hatin nîqaşkirin.”

Nesrîn  Reşik wiha domand: “Ev serdana me ya yekemîn e. Mijarên wekî rêbazên piştgiriya saziyên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser, çawa me pergala xwe ya perwerdeyê ya pirreng, tecrubeya Rêveberiya Xweser û rêbazên birêxistinkirina civakeke demokratîk li gel şer, hatin gotubêjkirin.”

ʹPERGALA PERWERDEYÊ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BALKÊŞ Eʹ

Nesrîn destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê, sîstema perwerdeyê û rola jinan a çalak û girîng di qada perwerdeyê de bala rayedarên alman kişand û ev li gotinên xwe zêde kir: “Pergala perwerdeyê li Almanyayê tevî ku hejmara kêmneteweyan gelek e, lê bi yek zimanî ye ku almanî ye.”

Nesrîn Reşik got; “Ji bo xurtkirina pergele perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em ê tecrubeyan bi welatên din re parve bikin. Têkildarî şandina şandeyan ji bo parvekirina tecurbeyan, xurtkirina pergala baxçeyên zarokan li herêmê nîqaş hatin kirin.”

Li gorî Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşik, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê yek ji mijarên nîqaşên li Almanyayê bûn. Her wiha Nesrîn diyar kir ku civaka alman, piştevaniya xwe bi xelkê herêmê re nîşan da.

(şx)

ANHA