DI SALVEGERA 166`AN A 8`Ê ADARÊ DE 'JIN, JIYAN, AZADÎ'-3

DI SALVEGERA 166`AN A 8`Ê ADARÊ DE 'JIN, JIYAN, AZADÎ'-3
5 adar, 2023   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Jinên bindest beriya 113 salan dirûşma “Em ji bo jiyîna xwe nan, ji bo giyanê xwe jî gulan dixwazin!” berz dikir, îro di sedsala 21'an de jî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” pergaleke nû diafirînin.

Di pîrozbahiyên salvegera 114’an a 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dê ji 4 aliyên cîhanê jin li dijî baviksalarî û sîstema kapîtalîst dakevin qadan û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” biqîrin.

8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, digihêje berxwedana jinên ku 166 sal berê li hember koletiyê serî rakin.

Li New Yorkê, jinên di nava şert û mercên giran ên kar de û bi mûçeyên kêm di kargeheke tekstîlê de dixebitîn, 40 hezar karker bi rêxistin kirin û li dijî kedxwariyê serî hildan. Ev grev çalakiya herî mezin a jinan bû ku heta wê demê pêk hatibû. Jinan ji bo azadiyê canê xwe danîbû holê, lê rêveberên zîhniyeta mêrserwer tundî lê kir û li kargehê hatin kilîtkirin. Di şewata li kargehê de 129 jê jin, 148 karker şewatîn û jiyana xwe ji dest da. Jinan ev mîrateya têkoşînê parast û 8'ê Adarê wek roja yekitî, hevgirtin, piştgirî û têkoşînê îlan kir. Ev 113 sal e jinên cîhanê 8'ê Adarê weke roja hevgirtin û têkoşînê pîroz dikin.

Ev berxwedana bi berdêlên giran ên jinan ku dibêjin “Bawer bikin, em ê cîhanê biguherînin” pêk tê, bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li erdnîgariyên cuda belav dibe ku rêber Abdullah Ocalan wek “formuleke bisêhr” pênase dike. Di vê çarçoveyê de me berê xwe da têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên dewletê yên li hemberî jinan a li Rojhilata Navîn.

MEXRIB

Mexrib yek ji welatên Rojhilata Navîn e ku di salên dawîn de li gel têkoşîna jinan tundî jî lê zêde bûye. Jin têkoşîna xwe ya bidestxistina mafên jinan li gel têkoşîna ji bo mafên mirovan û demokrasiyê dimeşînin.

Li Mexribê di navbera Îlona 2021’an û Îlona 2022'yan de rêjeya tundiya li ser jin û zarokên keçîngelekî zêde bû. Tora Zahra Forum rapora xwe ya salane ya têlidarî bûyerên tundiyê weşand. Li gorî raporê, ji sedî 74,4 ê tundiya li ser jinan di nava malbatê de tê kirin, ji sedî 3,6 bûyerên tundiyê li kargehê ne û rêjeya tundiya li qadên cemaweriyê jî digihêje ji sedî 7,4. Ji 3 hezar 689 jinan, 2 hezar 818 jin li di malê de tundî lê tê kirin û ji sedî 46’ê wan di navbera 18-35 saliyê de ne, ji sedî 33 jî di navbera 35-50 saliyê de ne.

Ji ber polîtîkaya dewletê ya îstîsnakirina sûcdaran û ji ber ku qanûnên heyî tenê li ser kaxizan in, tenê ji sedî 12’ê jinên rastî tundiya civakî, zayendî, elektronîk û hiqûqî hatine, serî li polîsan daye û ji sedî 8 jî serî li cendirmeyan daye. Li Mexribê, têkoşîna jinan bi komeleyên jinan tê birêxistinkirin. Gelek saziyên sivîl û navendên hevgirtinê hatin avakirin da ku desteka derûnî û hiqûqî ji jinan re li dijî tundiya li ser jinan pêşkêş bikin.

Jinên ji Mexribê di encama têkoşîna xwe de hin destkeftiyên destûrî, hiqûqî, siyasî û mafên mirovan bi dest xistin. Di navbera salên 2002-2021'an de hejmara jinan li parlamentoyê zêde bû, hejmara jinên li Meclisa Nûneran ji 30 kursiyan derket 60'î. Paşê hejmara kursiyên li parlamentoyê (bi giştî 395 in) zêde kirin û bûn 95. Lê belê jin diyar dikin ku ev hejmar kêm e û têkoşîna xwe didomînin.

MISIR

Li Misirê jin li dora rêxistinên sivîl li dijî tundî û sîstema dewletê têkoşîna xwe didomînin. Li Misirê ku li ser şopa Nefertîtî diçe, bûyerên tundî, tacîz û tecawizê di 10 salên dawîn de gihaştine asteke bilind. Li Misirê her sal zêdetirî 5 milyon jin rastî tundiyê tên. Hejmara zarokên kêmî 18 saliyê 39 milyon e û 117 hezar ji wan zewicandî an jî bî ne. Tevî qedexekirina ji bo zarokên keçîn jî, tundiya sinetkirinê hê jî dewam dike. Li gel van daneyên tirsnak, hejmara jinan hema bêje di siyasetê de tune ye û di qadên giştî de jî tên paşguhkirin.

Li Misirê rêxistinên jinan ji bo rêjeya tundiyê kêm bikin dixebitin. Rêxistinên jinan ji bo piştgiriya jinên rastî tundiyê tên, ji aliyê psîkolojîk û madî ve xebatan dimeşînin. Weqfa Hiqûqê ya Jinan, Weqfa Mafên Jinan û Weqfa Jinan a Nû desteka hiqûqî didin jinên li Misirê û Weqfa Pêşvebirin û Hiqûqê ya Qahîreyê jî ji bo wergirtina xizmeta tenduristî ya jinan dest bi 'Lênêrîna Ewle' kir. Rêxistinên femînîst jî di demên dawîn de ji bo jinan ji tundiya zayendî biparêzin xebatan dimeşînin.

TUNIS

Tunis ku şoreşa Bihara Gelan lê geş bû û di çêkirina qanûnan de ji bo jinan bû pêşeng, niha jî siyaseta dûrxistina jinan ji siyasetê û paşguhkirina destkeftiyên wan dimeşîne. Têkoşîna jinên tunisî bû sedem ku di nava nîşaneyên destpêkê de qanûnên wekheviyê werin derxistin û mafên jinan ên sivîl û siyasî yên wekî mafên dengdayîn, perwerde û xebatê bên derxistin. Lê belê rêkeftinên destûrî û hilbijartina Qeys Saîd wek serokkomar, bûne sedema kêmbûna rola jinan. Zagonên nû rêbertiya siyasî ya jinan asteng dikin.

Li parlamentoya Tunisê ku tê payîn di vê mehê de bê avakirin, hejmara parlamenterên jin ji 57'an dadikeve 25'an û hewl tê dayîn jin ji pêvajoya biryardayînê bên derxistin. Li aliyekî din, bi destûra 2022'yan re jin ji siyasetê bê par tên hiştin lê ji aliyê komîte, sendîka û rêxistinên mafên jinan ve li qadan tên birêxistinkirin.

Her wiha di çarçoveya yekkirina dengê jinan, mîsogerkirina yekitiyê û çareserkirina pirsgirêkên de, jinên tunisî hewl didin destkeftiyên xwe biparêzin û tiştên hatine dizîn, di Konferansa Jinan a Navneteweyî ya 3'yemîn de ya 4-10'ê Îlonê bi beşdarbûna 300 jinên ji 50 welatên Ereban, Afrîka û Ewropayê vegerînin.

EFGANISTAN

Li Efganistanê ji Tebaxa 2021'an ve Talîban serwer e û ji wê demê ve ji bo jinan bûye dojehek. Tundî û tepisandina li dijî jin û zarokên keçîn li hemû qadên civakê bûye sîstematîk.

Komîsyona Neteweyî ya Mafên Mirovan a Pakistanê di rapora xwe ya salane ya 2022'yan de diyar kir ku herî kêm 139 jinên Efgan û 165 zarok di girtîgeha jinan a li bajarê Qereçî de jiyana xwe ji dest daye. Li gorî gerînendeyê giştî yê girtîgehên Talîbanê, di girtîgehên Efganistanê de jin û zarok jî di nav de, zêdetirî 12 hezar girtî hene û di sala 2022'yan de 800 jin hatin girtin. Li gorî rapora salane ya Wezareta Tenduristiyê ya Talîbanê, îsal di dema welidînê de zêdetirî 500 dayik mirine. Lê belê tê gotin ku hejmarên rastî zêdetir in.

Yekitiya Şoreşger a Jinên Efganistanê (RAWA) di sala 2005'an de li dijî pêkanînên desthilata Talîbanê ava bû û endamên wê bûn hedefa Talîbanê. RAWA birêxistinbûna xwe mal bi mal bi awayekî veşartî didomîne.

KURDISTAN

Berxwedana jinan a li Kurdistanê di nava 40 salên dawîn de li gorî welatên Rojhilata Navîn bi rengekî zêdetir birêxistinbûyî û li dijî mêtingeran li çar parçeyan di çarçoveya nirxandina rêber Abdullah Ocalan a “Şoreşa ku nikare jinan azad bike, şoreş nîn e.” de dewam dike.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ – IRAQ

Jinên ji Başûrê Kurdistanê hem li dijî zîhniyeta desthilatdar hem jî li dijî dagirkeran tê dikoşin û li dijî dagirkerî, zîhniyeta siyasî, desthilatdar û qanûnên mêran di nava têkoşînekê de ne. Lê belê sekna parçebûyî ya rêxistinên jinan ên li herêmê, li hemberî pirsgirêkên heyî, pêşî li yekitiyeke xurt venake. Tenê li Başûr 4 hezar û 514 rêxistinên herêmî û biyanî yên ji bo civaka giştî dixebitin û 280 saziyên ku di qada têkoşîna jinan de dixebitin, hene. Zehmet e ku mirov qala hebûna tevgera jinan a hevgirtî bike.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ji aliyê birêxistinbûna li ser bingeha afirandina hişmendiya azadiyê ve cuda ye û hêza xwe ya birêxistinbûyî derdixe holê, lê dibe hedefa hikumetê. Bi dehan endamên wê hatine girtin û karê wan ji aliyê hikumetê ve hatiye astengkirin. Akademiya Jineolojiyê ya li herêmê jî ji bo birêxistinbûna jinan pêşeng e. Dewleta Tirk gelek kesên ku pêşengên jineolojiyê bûn û ji bo “Jin, Jiyan, Azadî” tê dikoşiyan, kirin hedef. Herî dawî akademîsyen, aktîvîsta jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel bi 11 guleyan hate şehîdkirin.

Li Başûrê Kurdistanê saziyên ji bo jinan hatine avakirin jî li şûna jinan ji aliyê efserên payebilind ve tên birêvebirin. Li dijî tundiya li ser jinan 28 sazî hene, lê mixabin ji sedî 95’ê van saziyan ji aliyê mêran ve tên birêvebirin. Saziyên bi vî rengî yên ji aliyê zîhniyeta bi serdestiya mêran ve tên birêvebirin, li dijî tundiya jinan tu têkoşînê nameşînin, lê belê zorê didin jinan ku xwe li malê bigirin û serî li ber wan bitewînin. Tenê di Cotmeha 2022'yan de 3 hezar û 291 bûyerên tundiyê yên li dijî jinan pêk hatin.

Tundiya li dijî jinan tevî sinetkirinê, roj bi roj bi hejmarên tirsnak li herêmê belav dibe. Li gorî statîstîkên Rêxistina Vadi ya Almanyayê ya sala 2022'yan, li Ranyayê li derveyî Qeladize û Hewlêrê ji hezar û 260 jinan 110 jinên temenê wan di navbera 0-20 saliyê de hatine sinetkirin. Li Iraq û Başûr zewicandina zarokan di sala 2022'yan de zêde bû û li gorî statîstîkan di nava 10 salên dawîn de zêdetirî ji sedî 10’ê zarokên li Iraqê di bin 15 saliyê de hatin zewicandin.

BAKURÊ KURDISTANÊ – TIRKIYE

Bakurê Kurdistanê, cihê yekem e ku dirûşma “Jin Jiyan Azadî” lê hat berzkirin (2000) û ji bo têkoşîna li dijî jinan li Tirkiyeyê herêmek cuda ye. Di çarçoveya polîtîkayên taybet ên hikumeta Tirk de tundiya li ser jinan zêde bû û bêhiqûqî bi pêş ket. Sûcên mêrên kujer tên daxistin û sûcên destavêtinê yên bi hincetên wekî tenduristiya mêran eqlî ne baş e, rê li ber komkujiyan vedikin. Li gorî rapora salane ya Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin a 2022'yan, 334 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 245 jin jî bi awayekî gumanbar hatin qetilkirin.

Bi sedan aktîvîst, rojnamevan, siyasetmedar û parlamenterên ku li dijî vê sîstemê tê dikoşiyan, hatin girtin. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ji Kanûna 2022'yan heta niha hejmara girtî û hikumxwaran 336 hezar û 315 e. Di nava 17 salan de hejmara girtî û hikumxwaran bi qasî 6 qatan zêde bû.

Saziyên jinan ên li dijî baviksalariyê tê dikoşin, bi rengekî sîstematîk êriş lê tê kirin û tên girtin. Tevgera Jinên Azad (TJA) ku di sala 2016'an de bi prensîba “Her ku jin azad dibin, civak azad dibe” saziyên ji aliyê dewletê ve hatine girtin, li dora partiyên siyasî, platform, sazî û komeleyên femînîst xwe bi rêxistin dikin.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ - SÛRIYE

Dirûşma şoreşa jinan  “Jin Jiyan Azadî” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî belav bûye û niha li herêmê jiyanî dibe. Jinên ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya li dijî hikumeta Şamê, dewleta Tirk, çete û planên li ser herêmê parast, bi paradîgmaya jiyana ekolojîk a azadîparêz a demokratîk tevî êrişan jî modela jiyana nû bi pêş dixin û berbelav dikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê birêvebirin, jin hewl didin yekitiya xwe hem li herêmên xwe û hem jî li Rojhilata Navîn ava bikin. Di sala 2005'an de Yekitiya Star hat avakirin û di sala 2016'an de bû Kongra Star û birêxistinbûna xwe ya li herêmê li Rojhilata Navîn belav dike û yekitiya jinan kiriye armanca xwe. Her wiha jin di komun û meclisan de xweser in û Mala Jinan otorîteya yekemîn a mekanîzmaya dadê ye. Jinên ku di qadên leşkerî û ewlehiyê de jî bi awayekî bêhempa xwe bi rêxistin kirine, di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Yekîneyên Parastina Jin(YPJ), HPC-Jin (Hêzên Parastina Civakê-Jin) de cihê xwe digirin.

Meclisa Dadê ya Jinan di nava Rêveberiya Xweser de hate avakirin û qanûneke erênî ji jinan re damezirand. Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hemû jinên herêmê di nava xwe de dihewîne, bû avaniyek ku yekitiya jinan li herêmê ava dike. Benda 27'an a Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku azadiya jinan û mafên wan misoger dike, wiha ye; “Jin xwedî mafên siyasî, civakî, aborî, çandî û her cure mafên jiyanê ne.” Li gorî peymanê ji sedî 50 jin di hemû qadên jiyanê de cih digirin, lê ev rêje di hin waran de, wekî perwerdeyê, bilindtir e.

Şoreşa jinan di mijarên leşkerî, civakî û rêxistinî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de serketinên girîng bi dest xistin. Yek ji cihên destpêkê bû ku di berxwedana YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de dirûşma “Jin Jiyan Azadî” lê hat berzkirin. Ji sala 2019'an ve bi êrişên suîqestê yên li dijî nokeriyê (balafirên bêmirov ên biçek-mayin) bû hedef û bi rêbazên şerê taybet bi heman rengî rastî êrîşan tê. Ev modela nû ya jiyanê, ku ji bo jinên li gelek parzemînan dibe model, bi gefa tunekirinê re rû bi rû ye.

ش

Ji bilî parastina herêmên xwe û bidestxistina destkeftiyan, têkoşîneke din jî rizgarkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye ku di salên 2018-2019'an de hatine dagirkirin. Ev herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê komkujiya jinan lê pêk anîn, veguherandine navendên jinûve avakirinê yên DAIŞ'ê û hêzên din ên çete.

Hêmaneke din a ku li dijî zîhniyeta wê tê şerkirin jî hikumeta Şamê ye. Hikumeta Şamê ji zîhniyeta dewletên Rojhilata Navîn ne cuda ye û di warê înkarkirina mafên jinan de li gorî rêjeya li seranserî cîhanê di rêza sêyemîn de ye. Wekî berhema zîhniyeta ku jin di warê siyasetê de paşguh dike, di perlemantoya Sûriyeyê de ji sedî 11 û di rêveberiyê de ji sedî 9 jin hene. MSD-Jin (Meclisa Sûriya Demokratîk a Jinan) ji bo yekitiya hemû jinên di bin heman sîwanê de li Sûriyeyê dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike.

ROJHILATÊ KURDISTANÊ - ÎRAN

Îran 44 sal e ji aliyê rejîma melayan ve tê birêvebirin û binpêkirinên mafan ên li dijî jinan, ji sergirtinê bigire heta zewaca demkî, pirjinî û zewicandina zarokan, ev hemû sûc kirinê qanûnî. Dîsa sûcdar ji hêla zagonan ve tên şofandin û mêr, bi taybetî jî rayedarên dewletê, tecawiz, tacîz û tundiya li ser jinan teşwîq dikin. Di navbera salên 2017-2022'yan de herî kêm 313 hezar û 365 zarokên kêmî 15 saliyê zewicandin. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê li Norwecê ye, di rapora xwe ya sala 2022'yan de parve kir ku 11 jin û 5 zarok hatine darvekirin.

Jin li dijî vê pergalê bi awayekî veşartî xwe bi rêxistin dikin. Ji ber ku rêxistinên jinan rastî êrişên dewletê tên û tên girtin. Saziyên jinan ên fermî jî her tim ji aliyê dewletê ve tên şopandin û di çarçoveya siyaseta dewletê de tev digerin. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tenê Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) serbixwe ye.

Jinan li dijî van pêkanînan bi dehan caran serî hilda, ji ber êrişên dewletê çalakiyên demkurt û parçeyî li dar xistin. Jîna Emînî ya 22 salî ku di 13'ê Îlonê de li paytexta Îran Tehranê ji aliyê “polîsên exlaqê” ve hatibû destgîrkirin, bi îşkenceyê hat qetilkirin. Piştî belavbûna nûçeyên ku Jîna Emînî di 16'ê Îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye, serhildana bi pêşengiya jinan li dijî dewleta Îranê dest pê kir. Vê serhildanê di raya giştî ya cîhanê re bi lez û bez cih girt û slogana “Jin Jiyan Azadî” ku rêber Abdullah Ocalan danerê wê bû, li her çar aliyên cîhanê belav bû.

Serhildanê meha xwe ya 5'an li pey xwe hişt û gel daxwazên xwe yên hilweşandina rejîmê û avakirina modela ekolojîk a demokratîk bi rizgariya jinan didomîne. Dewleta Îranê ji bo tepisandina serhildanan her cure tundiyê dike. Li gorî Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) di navbera 16'ê Îlonê û 2'yê Çileyê de serhildan li 161 bajaran belav bû, 70 jê kêmtirî 18 saliyê, herî kêm 516 kes hatin kuştin û 19 hezar û 204 kes hatin destgîrkirin. Lê belê tê gotin ku ev hejmar zêdetir in. Hin çavkanî diyar dikin ku herî kêm 750 kes hatine qetilkirin, nasnameyên 601 kesan jî li ser malperekê hatine aşkerakirin. Ji bo tepisandina xwendekaran ku pêşengên serhildanê ne, ev demek e xwendekar di nava şert û mercên gumanbar de li dibistanan bi jehrê dikevin. Di heman demê de îdia hene ku jehrîkirin bi qestî hatiye kirin, lê rayedaran tu daxuyanî nedane.

ANHA