Şêniyên Hesekê cenazeyê endamê Gumrikê El Bedran spart axê

Bi beşdarbûna bi sedan kesî, cenazeyê endamê Hêzên Gumirka Herêma Cizîrê Meen El Bedran li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hat veşartin. Di merasîmê de soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Şêniyên Hesekê cenazeyê endamê Gumrikê El Bedran spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê endamê Gumrikê El Bedran spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê endamê Gumrikê El Bedran spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê endamê Gumrikê El Bedran spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê endamê Gumrikê El Bedran spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê endamê Gumrikê El Bedran spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê endamê Gumrikê El Bedran spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê endamê Gumrikê El Bedran spart axê
5 adar, 2023   16:54
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Gumrika Herêma Cizîrê Meen El Bedran ê ku 2ʹyê Adarê li ser erka xwe şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê spart axê.

Di merasîmê de endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Dijwar sersaxî ji malbata şehîd re xwest û di kesayeta şehîd Meen de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

Endamê Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Hêzên Erka Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulhemîd El Sayîr jî axivî û got, bi saya şervanan û hevgirtina pêkhateyan gel bi aramî dijî. El Sayîr soza şopandina xeta şehîdan da.

Di dewama merasîmê de bi navê Hêzên Gumrika Herêma Cizîrê rêveber Ciwan Îsa sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Şehadeta hevrê Meen nîşaneya domandina berxwedanê ye. Em diyar dikin ku em rêwîtiya wî ya têkoşînê berdewam bikin."

Îso bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan û parastina herêmê hevgirtina xwe xurt bikin.

Piştî axaftinan, endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed nasnameya şehîd Meen El Bedran xwend û radestî malbata wî kir.

Girseya gel cenazeyê şehîd El Bedran bi dirûşmên "Şehîd namirin" spart axê.

(bb)

ANHA