​​​​​​​Bi boneya 8`ê Adarê li Minbicê çalakiyên werzîşê û li Tebqayê semîner

Bi boneya 8ʹê Adarê li Minbicê çalakiyên werzîşê hatin lidarxistin û li Tebqayê semînerek hat dayîn.

5 adar, 2023   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 8ʹê Adarê ku Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 28`ê Sibatê ragihandiye de, li bajarên Minbic û Tebqayê çalakiyên cihereng bi dirûşma “Bi Jin, Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinan ve” hatin lidarxistin. 

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Tebqayê semînerek bi amadebûna bi dehan dayikên şehîdan, Dayikên Aştiyê, karmendên saziyên leşkerî, sivîl û partiyan li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr da.

Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Tebqayê Semîra El Heneş semîner bi rêve bir. Semîra El Heneş pêvajoyên dîroka têkoşîna jinan şîrove kir û got: “Ragihandin 8`ê Adarê wek rojeke têkoşînê, encamên têkoşîna jinan a ji bo azadî û edaletê bû.”

Semîra El Heneş destnîşan kir ku dê sala 2023`yê bibe sala têkoşîn, azadî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, sala bidawîkirina şer û qirkirina jinan e.

Her wiha di semînerê de sînevizyonek têkildarî têkoşîna jinan û destkeftiyên ku hatine bidestxistin, hate pêşandan.

Li Minbicê jî Yekitiya Jinên Ciwan bi beşdariya bi sedan şêniyan, saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê çalakiyên werzîşê li Stada 4`ê Nîsanê li dar xistin.

Di çalakiyê de hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê Sara Îbrahîm axivî û got: “Tevî binkeftinan lê jinan îro serî hildidin. Ev di berxwedana jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de diyar dibe.”

Sara îşaret bi rola jinan kir û got: “Ew ne tenê dayik, xwişk û bermal e, lê belê şervan e ku li eniyan çek rakir. Jin siyasetmedarek xwedî roleke girîng e. Bihara jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî bi rêya fedakariyên şehîdan mîna Arîn Mîrkan, Sakîne Cansiz ji nû ve geş dibe.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, maçek di navbera tîma jinên ciwan a Karkerên Reqayê û tîma jinên ciwan a Minbicê de li dar ket. Her wiha tornuvayên kişkê û bez li dar ketin. Tîmên jinên ciwan ên Minbic û Kobanê di listika volybolê de li hemberî hev lîstin.

Di dawiya çalakiyan de, Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê, tîmên beşdar xelat kirin.

Çalakî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7X2qQEI6_Dg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>