Endamê Meclisa Rûspiyan a Herêma Cizîrê Hekem Xelo wefat kir-HAT NÛKIRIN

Welatparêz, Endamê Meclisa Rûspiyan a Herêma Cizîrê û Serokê Berê yê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo wefat kir.

Endamê Meclisa Rûspiyan a Herêma Cizîrê Hekem Xelo wefat kir-HAT NÛKIRIN
5 adar, 2023   11:25
HESEKÊ

Hekem Xelo vê sibehê li herêma Cizîrê di encama krîza dil de wefat kir.

Xelo ji gundê Kula yê navçeya Dirbêsiyê ye û sala 1959`an hatiye dinê.

Xelo yek ji damezirênerên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê (Herêma Cizîrê ya niha) di 2014`an de ye. Her wiha yekem Hevserokê Meclisa Zagonsaz ê kantonê bû û beşdarî nivîsandina Hevpeymana Civakî ya kantona Cizîrê bibû.

(fr/cx)

ANHA