Hikumeta Şamê pîvaz jî xist karta temwînê!

Li herêmên serweriya hikumeta Şamê nirxê pîvazan pir bilind bûye û êdî pîvaz jî bi rêya “karta temwînê” tên bidestxistin.

Hikumeta Şamê pîvaz jî xist karta temwînê!
5 adar, 2023   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezexêran a hikumeta Şamê di 3′yê Adarê de daxuyaniyek da û got ku welatî dikarin di hefteyê de tenê kîloyek pîvaz bi rêya “karta temwînê” bikirin.

Wezaretê roja yekşemê jî biryarek din derxist. Li gorî biryarê, heftane wê 2 kîlo pîvaz ji bo kesên “karta temwînê” wergirtine bên diyarkirin.

Li wan herêman kîloya pîvazan 15 hezar lîreyên Sûriyeyê (2 dolar) derbas kir. Pîvaz di piraniya xwarinên gelêrî yên Sûriyeyê de tên bikaranîn. Bi wateyeke din wekî “xwarina feqîran” tê hesibandin. Lê niha pîvaz li piraniya sûkan nayên peydakirin, hikumeta Şamê di kirîna û firotina pîvazan de yekdestiyê dimeşîne. Êdî pîvaz jî mîn nan, sotemenî û gazê bi hêsanî nayê bidestxistin.

Li gorî rojnameya Şerq El Ewset ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên ji Şamê, tevî ku hilberîna pîvazan sala borî kêm bû û têra herêmê nedikir, hikumeta Şamê pîvaz di mewsima wê de firotine derve. Ji lew re hikumet neçar ma ku pîvazan dîsa ji derve bikire û bi nirxekî biha bifiroşe.

(fr/cx)