Navên 3 kesên din ên li beravên Lîbyayê xeniqîbûn hatin zanîn

Ajansa me (ANHA) navên 3 kesên, dema diçûn Îtalyayê, li beravên Lîbyayê noq bûne bi dest xistin.

Navên 3 kesên din ên li beravên Lîbyayê xeniqîbûn hatin zanîn
Navên 3 kesên din ên li beravên Lîbyayê xeniqîbûn hatin zanîn
Navên 3 kesên din ên li beravên Lîbyayê xeniqîbûn hatin zanîn
Navên 3 kesên din ên li beravên Lîbyayê xeniqîbûn hatin zanîn
Navên 3 kesên din ên li beravên Lîbyayê xeniqîbûn hatin zanîn
Navên 3 kesên din ên li beravên Lîbyayê xeniqîbûn hatin zanîn
5 adar, 2023   09:45
HELEB

Li gorî agahiyên ji ajansa me re hatine, keştî li nêzî bajarê Tebreq ê Lîbyayê noq bû, di encamê de 25 penaberên sûriyeyî jiyanî xwe ji dest da. Keştî ber bi Îtalyayê û piştre ber bi dewletên Ewropayê ve diçû.

Navên wan wiha ne; jineke Efrînê bi navê Ayde Hemîd (54) ji gundê Mîdan Ekbesê yê navçeya Raco û 2 keçên wê Diyana Mihemed (23) û Aya Mihemed (19) ne.

Duh jî, ajansa me navên 7 sûriyeyên di keştiyê noq bûne, bi dest xistin.

Li gel van navên nû hejmara kesên noq bûne û hatine belgekirin 10 e.

(fr)

ANHA