Serfermandarê Artêşa Amerîkayê hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Serfermandarê Artêşa Amerîkayê general Mark Milley duh serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Serfermandarê Artêşa Amerîkayê hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
5 adar, 2023   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, Serfermandarê Artêşa Amerîkayê Mark Milley serdana hêzên Amerîkayê yên di nava hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna dijî DAIŞ′ê de yên li herêmê kir.

Ev serdan di demekê de tê kirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî şopandin û girtina şaneyên çeteyên DAIŞ′ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.

(fr/cx)