Mala Êzidiyan a Cizîrê: Êrişên li ser fermandarên Şengalê dewama metoda DAIŞ′ê ne

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê da zanîn ku hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker ji fermandarên YBŞ′ê, Asayîşa Êzîdxanê re bi rêya balafirên xwe dewama metoda çeteyên DAIŞ′ê ye.

Mala Êzidiyan a Cizîrê: Êrişên li ser fermandarên Şengalê dewama metoda DAIŞ′ê ne
3 adar, 2023   12:01
HESEKÊ

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê têkildarî hedefgirtina fermandarên YBŞ′ê û Asayîşa Êzîdxanê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Mala Êzidiyan de ev tişt hate gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker her tim li pêş çav û guhên cîhanê gelê me yê Şengalê dike hedef.

Gelo mafên me ya pirsînê tune ye ku çima dewleta Tirk a dagirker gelê me hedef digire û cîhan jî dibihîse û naaxive? Gelo exlaq di siyaseta cîhanê de ku diruşmên mafên mirovan hildidin winda bû?

Gelo cîhanê azarên Şengalê û qirkirina wê ji hêla rêxistina terorîst a bi piştgiriya dewleta Tirk ve dema serî dibirîn, jin direvandin û bi zindî dixin axê ji bîr kir? Hedefgirtina fermandarên Şengalê bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker dewama metoda çeteyên DAIŞ′ê ye ku reseniya herêmê têk bibin.

Ruxmî bangên me ji kesên îdiya parastina Şengalê dikin, lê dewleta Tirk di êrişên xwe de dewam dike. Di encamê de dengê rastiyê bê dengvedan dimîne. Belê, çeteyên DAIŞ′ê bi rêya fikirê xwe yên terorîs xwest êzidiyan qir bike, lê belê dewleta Tirk ku dît parlamentoyên Ewropayê fermana Şengalê wek jenosîd nas kir, pêkhateya resen kir hedef.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo qirkirina gelê me xwe dispêre rewanbûna xwe, pîvan û rêbazên xwe diyar dike û ji tawanbariya dewletên ku rêzê ji biryarên parlamentoyên xwe ji nagirin, natirse. Iraq jî ya ku îdiaya berpirsiyariya Şengal û şêniyên wê dike û israr dike welatiyên wê bi dewleta Tirk Iraqê ve werin girêdan, hîna li van kiryaran temaşe dike. Ev gotin ji bo Herêma Kurdistanê jî derbasdar e, ji ber ku ji bilî Şengalê ew bi her tiştî mijûl e."

(fr)

ANHA