​​​​​​​Kurd li hember nijadperestiya Şam û Enqereyê li ber xwe didin

Gelê Kurd li hember polîtîkayên nijadperestî, koçberkirin, ambargo û guhertina demografîk yên ji aliyê hikumetên Şamê û Enqereyê ve têne kirin li ber xwe didin.

​​​​​​​Kurd li hember nijadperestiya Şam û Enqereyê li ber xwe didin
3 adar, 2023   03:29
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Di encama erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye rû da û bandor li Sûriyeyê jî kir de, herî zêde xisar bi gelê Kurd bû. Gelê Kurd li hember siyaseteyeke nijadperestiyê li ber xwe didin.

Li navçeya Cindirêsê ya dagirkirî û wêranbûyî Kurd di bin rehma dagirkeran de ne. Ne alîkarî digihêjin wan û ne jî kavil li ser wan tên rakirin. Di vê felaketê de tu kesî xema wan nexwariyê.

530 KURD LI EFRINE DI BINÊ KAVILAN DE JIYANA XWE JI DEST DA

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, li Efrîna dagirkirî  di nav de 530 Kurd, bi giştî hezar û 100 şêniyên resen di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Di nava wan de  400 heta 450 jî xelkê navçeya Cindirêsê ne. Heta niha çarenûsa bi sedan kes di binê kavilan de ne diyar e. Derenganîna wesayîtan û xemsariya bizanabûn, hişt ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

BÛYERÊN XETERE

Li kantona Efrînê ya dagirkirî siyaseteke nijadperest li dijî Kurdan tê meşandin. Piştî erdhejê bûyerên xerîb û xetere rû dan. Tu wesayîtek kavil ranekirin. Komên çeteyan taxên  ku bi erdê re dûz bûne, li hev parve kirin û kavilan radikin da ku diziyê bikin. Çeteyan li ser rêya di navbera Cindirêsê û Efrînê de kon vegirtin û kesên ji bajarên din ên Sûriyeyê lê bi cih kirin.

ALÎKARIYÊN QETERÎ NIFIR E

Di 10 rojên destpêkê yên erdhejê de, tu alîkarî nehatin pêşkêşkirin. Alîkariyên ku ji aliyê tîmên qeterî ve di bin navê mirovahiyê de hatin pêşkêşkirin, rolek di guhertina demografiya herêmê de list. Karvane di taxên Efrînê de hatin danîn ku demeke berê di kupaya cîhanê ya 2022`yan de hatine bikaranîn. Êdî ev alîkarî li ser serê şêniyên resen bûye nifir.

SERÇETE ÇAVDÊRIYA BELAVKIRINA ALÎKARIYAN LI CINDIRÊSÊ DIKIN

Serçeteyên bi navên Ebû Emşe û Seyf Ebû Bekir bi xwe çavdêriya belavkirina alîkariyan li Cindirêsê dikin. Ev her du çete xwedî dîrokeke demdirêj a rijandina xwîna Kurdan û koçberkirina wan e.

KURD ALIKARI BI DEST NEXISTIN

Çavkaniyekî taybet ji Efrîna dagirkirî destnîşan kir ku alîkarî li Cindirêsê li ser biyaniyên ji herêmên Idlibê û herêmên din hatine, hatin belavkirin. Şêniyên resen tu alîkarî nebirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da zanîn ku Kurd bi rêjeya ji sedî 5 alîkarî nebirin, lê kon ji wan kesên biyanî yên hatine herêmê dikirîn.

KON LI SER KAVILEN MALÊN XWE VEDAN

Beriya çend rojan, meclisa herêmî ya girêdayî dagirkeran navên şêniyan qeyd kirin ji bo ku wan li kampan bicih bikin û yên kon li ser kavilên malên xwe vedane jî, qewitandin.

ÇIMA CINDIRÊSÊ?

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê beriya dagirkirinê hejmara şêniyên Cindirêsê 35 hezar derbas dikir ku piraniya wan Kurd bûn. Piştî dagirkirinê ya sala 2018`an tenê kêmtirî 15 hezar li navçeyê ma.

HIKUMETA ŞAMÊ GIHANDINA ALÎKARIYAN ASTENG DIKE

Li aliyekî din, hikumeta Şamê derbasbûna alîkariyan ji bo herêmên di bin kontrola wê de asteng kir. Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku malên wan ji ber erdhejê ziyan dîtin nekarîn bimînin, ji ber wê berê xwe dan Şehbayê.

DI NAVBERA HEZAR Û 200 Û HEZAR Û 500 MALBAT DE KOÇBER BÛN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê eşkere kir ku di navbera hezar û 200 heta hezar û 500 malbat ji Helebê çûn Şehbayê. Lê bendên kontrolê yên hikumeta Şamê ew tengav kirin û ji bo ku derbas bibin pere ji wan standin.

AVAHÎ LI GORÎ PERGALEKE AVAHIYAN A BAJARAN NAYÊN AVAKIRIN

Di encama şer de gelek avahiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de qelişîne û torên avê ne bi rêk û pêk in. Ji ber vê yekê av derbasî jêrzemînan dibe ku di encamê de zemîna avahiyê sist dibe.

TAX HATINE PAŞGUHKIRIN

Li herêmên çîna bourgeois avahî li gorî pergaleke rêk û pêk hatine avakirin. Lê herêmên mîna Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Kelase, Şaar, Meşarqe, Ferdûs, Selahûdîn ku piraniya niştecihên wê kedkar in, ji ber wê hatine paşguhkirin.

Berovajî herêmên din ên Sûriyeyê, hikumeta Şamê alîkarî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye nekir, dîsa komîteyek neşandin her du taxan ji bo ku avahiyan tespît bike. Ev nijadperestiya wê ya li hember Kurdan û pêkhateyên her du taxan dimeşîne nîşan dide.

XEBATÊN ŞAREDARIYA GEL Û RÊVEBERIYA XWESER

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yekser destwerdan kir, avahî tespîtkirin. Di encamên vê tespîtan de derket holê ku divê 12 avahî bên hilweşandin, xisar li 400 avahiyan bûye û qelişîne ku divê bêne sererastkirin. 12 avahî nayên rûniştandin û sererastkirin.

Ji bo ku şêniyên her du taxan koçber nebin, Meclisa Giştî 6 kon vedan û çavdêriya 6 navendên demkî kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî 10 tankerên sotemeniyê, Heyva Sor a Kurd 6 kon di nav de 3 mezin û 3 biçûk hene û gelek betanî pêşkêş kirin.

DIXWAZIN PERGALA CIVAKÎ WÊRAN BIKIN

Berxwedana ku şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li gorî pergala Rêveberiya Xweser û şerê gel ê şoreşgerî bi pêş xistiye nehişt ku tax bikeve destê dewleta Tirk a dagirker.

Hikumeta Şamê hesabê ji pergala rêveberî ya li her du taxan re dike. Ji ber wê bi rêya bendên xwe yên kontrolê her du taxan dorpêç dike, nahêle madeyên xêrxwaziyê, xwarin û tenduristiyê derbasî her du taxan bibin. Firqeya 4`an çavdêriya wan bendan dike. Hikumeta Şamê ji dorpêçê armanc dike ku şêniyên her du taxan teslîm bigirin, her du taxan kontrol bike û projeya pêşketî ya li her du taxan tune bike.

LI DIJΠ KURDÊN BAKURÊ KURDISTANÊ CUDEKARÎ Û NIJADPERESTÎ

Li aliyê din ê sînor ku lihevkirina Syks Picot sala 1923`yan Kurdistan parçe kiriye, rewşa Kurdan ne cuda ye û nijadperestiya dewletê li pey wan e.

Dewleta Tirk a dagirker piştî erdhejê di nava aloziyeke giran de tengijî ye û tawanên li dijî wê zêde dibin, ji ber ku tu tedbîr negirt ku jiyana bi milyonan şêniyan xilas bike,  şertên avakirina avahiyan a li gorî erdhejê, paşguh kirin.

DESTHILATA TIRK  KARESATÊ BI KAR TÎNE DA KU KURDÊ ELEWÎ BIDE KOÇBERKIRIN

Piştî erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rû daye xisar li Kurdan li Hatay, Mereş, Dîlok û Amedê bû. Desthilata Tirk tu wesayît ji wan re neşand ku wan ji bin kavilan derxe. Rêxistinên wê xemser bûn ku alîkariyên xêrxwaziyê negihandin wan.

Kurdên Elewî yên li Mereş ji pêkhateyên din bêtir zehmetiyan dikişînin, ji ber ku desthilatê gelek astengî li pêşiya gihandina alîkariyan datîne, ji wê zêdetir karesatê bi kar tîne da ku wan koçber bike û konek li wan belav nekir.

HEWLDANÊN TIRKIYÊ JI BO VEGUHASTINA KURDAN BER BI BAJARÊN TIRKIYÊ VE

Erdhej, firsendek ji bo dewleta Tirk a dagirker da ku guhertina demografiyê pêk bîne. Hewldan hene ku bajarên Kurdan vala bibin û wan veguhêzin bajarên Tirkiyê. Ev li dijî Kurdên Elewî pêk tê da ku baweriya sunnî li wan bê ferzkirin û çanda wan bê tunekirin.

Li hember van girtekan, sazî û rêxistinên civakî bûn yek, ji bo ku rê li pêşiya koçberiyê bigirin serfer bûn. Di vê çarçoveyê de HDP`ê kon ji xelkê re vedna da ku li nêzî malên xwe bin.

SIYASETEKE BERÊ YA KOÇBERIYÊ BI RÊ Û RÊBAZÊN CUDA BERDEWAM E

Siyaseta koçberkirin û qirkirina nijadî ku sala 1925`an bi derxistina qanûna Îslahê Şerq dest pê kiriye, heta roja me bi rê û rêbazên cuda berdewam e. Şoreşa Şêx Seîd têk bir, beşeke mezin a Kurdan ber bi bajarên Tirkiyê ve koçber kir, serhildana Geliyê Zîlanê tune kir û Efgan li şûna Kurdan bi cih kirin.

Dewleta Tirk a dagirker Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, şêniyên wê koçber kirin û li şûna wan kesên biyanî bicih kirin. Vaye dîsa Erdogan hatiye bi rêbazeke din dixwaze Kurdan bi rêya vê karesatê koçber bike.

(şx)

ANHA