Artêşa Tirk Metîna, Xakurkê û Çemço bombebaran kirin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihad ku artêşa Tirk a dagirker 8 caran bi balafirên şer bombe li qadên Metîna, Xakurkê û Çemço barand.

Artêşa Tirk Metîna, Xakurkê û Çemço bombebaran kirin
3 adar, 2023   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker êrişên giran ên li ser hêzên wan didomîne.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên berfireh ên li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

“2’yê Adarê li qada Golka ya Metîna û li derdora gundê Şelazê, li qadên Berdesorê û Sinînê yên Xakurkê û li qada Çemço balafirên şer 8 caran bombardûman kirin.

2 û 3’yê Adarê çeperên me yên li qada Çemçoyê 14 caran bi helîkopterên êrişê, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”