ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-03-2023
2 adar, 2023   23:00

- Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etê têkildarî têkiliyên Şamê bi dewletên herêmî û erebî re got: "Eger ev têkilî li ser bingehê berjewendiyên gelê Sûriyê û mafên wê be, em pê re ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê rêveber ê komîteya kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî Ehmed Xoce diyar kir ku kampaya wê dewam bike heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêber Ocalan: “Dirûşma jinan a ‘Heta ku Ocalan azad nebe, em jî azad nabin’ xweş e, ji ber ku ez azad im, hûnê jî azad bibin. Baweriya min gelekî bi jinên berxwedêr ên wekî we heye. Bi baweriya min sedsala 21’emîn wê bibe sedsala pêkhatina azadiya jinê.”

RAPOR

- Gelê Kurd li hember polîtîkayên nijadperestî, koçberkirin, ambargo û guhertina demografîk yên ji aliyê hikumetên Şamê û Enqereyê ve têne kirin li ber xwe didin.

- Nêzîkbûna Şam-Enqereyê piştî erdheja 6`ê Sibatê bi paş ketibû, lê mijar niha careke din dikeve rojevê. Gelo sedemên anîna rojevê ya vê mijarê çi ne, dê di dema pêş de çi encaman bi xwe re bîne?

JIN

- Sozdar Kenan li kêleka xwedîkirina zarokên xwe, li mala xwe ya kirêkirî dest bi projeyeke bi navê ‘Derzî û Ta’ kiriye. Sozdar çanda berê ya diyariyên qumaşên bi neqşên rengereng vedijîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA