​​​​​​​Koçberên Girê Spî: Êdî bes e bazirganiyê li ser parên me yên xêrxwaziyê dikin

Koçberên li Kampa Girê Spî, bikaranîna dosyaya deriyan di siyasetê de, şermezar kir. Her wiha bang kirin ku mekanîzmayek bê dîtin, ji bo ku alîkariyên mirovî bigihêjin hemû herêmên Sûriyeyê.

​​​​​​​Koçberên Girê Spî: Êdî bes e bazirganiyê li ser parên me yên xêrxwaziyê dikin
2 adar, 2023   03:37
EYN ÎSA

Li gel xemsariya rêxistinên mirovî, koçberên li Kampa Girê Spî di nava rewşên mirovî û borî yên dijwar de ne. Ya ku rewşa wan xerabtir kir, ew e ku rêxistinên di nava kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kar dikin, mekanîzmayên karê xwe bi deriyên mirovî ve girê dan ku dewleta Tirk a dagirker wek kaxizeke zextê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne.

Der barê mijarê de koçberê bi navê Feysel El Mihemed got: “Desteak navneteweyî ya ji aliyê rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê ve tê pêşkêşkirin, gelekî şermok e û têrê nake. Parên xwarin û xêrxwaziyê yên ku her demekê didin me kêm in. Rêxistinên ku çavdêriya destekê dikin, alîkariyan kêm didin. Sedema wê jî bi deriyên mirovî yên girtî, bikaranîna dosyaya deriyan di siyasetê de û vekirina deriyan li herêmên dagirkirî ve girê didin.”

El Mihemed wiha domand: “Divê hêzên navneteweyî li gorî qanûnên navneteweyî yên girêdayî rewşên mirovî û xêrxwaziyê destwerdanê bikin û çavê xwe li ber kiryar û siyasetên dewleta Tirk a dagirker negirin ku hewl dide hemû kaxizan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne, sûdê ji xemsariya navneteweyî û şantajkirina dewletan bigire ku stûna pergala navneteweyî ne.”

‘SOZÊN WAN ME TÊR NAKIN’

El Mihemed diyar kir ku piştî ji war û bajarên xwe koçber bûn ku dewleta Tirk dagir kirin, di nava rewşên mirovî û borî yên dijwar de dijîn û got: “Piştî em koçber bûn, me jêdera quta xwe ji dest da. Êdî nikarin pêdiviyên xwe yên pêwîst bikirin.”

El Mihemed ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêxistin guh nadin halê me. Tenê dibêjin ku daxwazên me qeyd kirine. Carekê dibêjin li benda alîkariyê ne ji bo ku piştgiriyê bidin bernameyên wê. Carna dibêjin derî girtî ne. Em nikarin pişta xwe bidin van gotinan û sozan ku me têr nakin û birçîbûna me bi dawî nakin. Divê deriyên mirovî û xêrxwaziyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên vekirin ji bo ku rewşa me baş bibe.”

Biryara girtina deriyên mirovî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî neyînî bandor li derbasbûna alîkariyên mirovî û xêrxwaziyê kir ruxmî ku biryar hat dayîn ku mekanîzmeya derbaskirina alîkariya ji bo Sûriyeyê bi rêya deriyê Bab El Hewa ya di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û Heyet Tehrîr El Şamê de ku di lîsteya terorê de ye heta 6 mehan bê dirêjkirin. Ev biryar wê nîşaneyê dide ku dixwazin dosyaya deriyan û rewşa koçberên di nava kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar bînin û bêjin ew berpirsa encamên siyaseta dewleta Tirk a dagirker û dewletên dijberî gelên herêmê ye.

Li aliyekî din rêveberiya kampê hewl dide pêdiviyên pêwîst ên koçberên kampê mîna av û nan peyda bike.

Kampa Koçberên Girê Spî 22`yê Mijdara 2019`an li nêzî gundê Til El Simin ê navçeya Eyn Îsayê hate avakirin. Tê de 6 hezar û 500 koçberên Girê Spî di nava şert û mercên jiyanî yên dijwar de dimînin.

(şx)

ANHA