Ji konferansa Afrîkaya Başûr: Tenê Rêber Ocalan dikare li ser demokrasiyê biaxive

Beşdarên konferansa "Azadî ji Abdullah Ocalan re…aştî û istîqrar li Cîhanê"  got çareserkirina krîza Sûriyeyê bi guhartinên herêmî û navneteweyî ve girêdayî ye û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir.

Ji konferansa Afrîkaya Başûr: Tenê Rêber Ocalan dikare li ser demokrasiyê biaxive
1 adar, 2023   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr Barry Mitchell beşa sêyemîn bi rê ve bir. Mitchell li ser pêwîstiya Rojhilata Navîn û cîhanê bi lidarxistina şoreşê, girîngiya konfederaliyê li Rojhilata Navîn, avakirina Sûriyeyek demokratîk, serbestberdana Rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û nexşerêya ber bi demokrasiyê ve, axivî.

Mitchell di destpêkê de behsa rêberê rasteqîn a şoreşan kir û bi wê yekê îşaret bi rola Rêber Ocalan, Nelson Mandela û Che Guevara di rêvebertiyê de kir.

Axaftina sereke ya vê beşê ya nûnerê Rêveberiya Xweser a li Lubnanê Ebduselam Ehmed bû. Ehmed li ser dîroka Sûriyeyê ya kevn û nûjen kir, her wiha îşaret bi darbayên leşkerî yên li Sûriyeyê û hikumeta niha ya li Şamê ku ji 1970′ê ve welat bi rê ve dibe, kir.

Ehmed diyar kir ku parlamentoya Sûriyeyê şeklî ye, ji ber beriya lidarxistina hilbijartinan kesên tê de bi ser dikevin berê dihatin zanîn û hikumetê her tim hewl dida gel biçewisîne û nihêle xebatên xwe yên siyasî pêk bîne.

Ehmed li ser şoreşa li Sûriyeyê dest pê kiriye û veguheriyê çekê axivî û ev tişt got: "Hikumetê ji bo derbekirina tevgera şoreşê xwe spart milîsan û Rûsyayê jî desteka mayîna hikumetê kir. Gelek artêş li ser xaka Sûriyeyê mîna Amerîka, Brîtanya, Fransa, Îran, Rûsya û dewleta Tirk a dagirker hene."

Ehmed diyar kir ku hemû civînên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê, mîna Astana û Sochiyê hatine lidarxistin bi bin ketin. Ew jî ji ber serhişkiya hikumeta şamê, girêdana wê bi zihniyeta xwe û neqebûlkirina kesên li hemberî xwe pêk hat. Ji ber ku Rûsya xwest ew civîn bibin altarnatîfa civînên Cinêvê.

Li ser bazariyên qirêj ên di navbera Rûsya û dewleta Tirk a dagirker li ser Sûriyeyê de Ehmed got ev bazarî li dijî Rêveberiya Xweser bûn.

Ebduselam Ehmed da zanîn gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi xwe bi rêxistin kir, hêzên xwe yên lekerî ava kirin û wiha anî ziman: "Van hêzan roleke mezin di bersivdana êrişên çeteyên DAIŞ′ê lîst û têk birin. Lê kêlek wê jî rejîma Sûriyeyê li ser bingeha dosya ewlehiyê dan û standinê bi dosyaya Kurd û Rêveberiya Xweser re dike. Ji ber ku li dosya Kurd û Rêveberiya Xweser weke mijareke bingehîn nabîne."

Ehmed da zanîn ku çareya Sûriyeyê bi guhartinên herêmî û navneteweyî ve girêdayî ye û texmîn kir ku dibe ku krîza Sûriyeyê piştî krîza Ukraynayê çareser be pêk bê.

Axaftina duyemîn jî, Hevserokê Koma Xebata Kurdî ya Mafên Mirovan a Afrîkaya Başûr Mehmûd Batil bû. Batil behsa serbestberdana Rêber Ocalan, girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, rola Afrîkaya Başûrê di wê yekê de, redkirina Neslon Mendala ji xelata Ataturk re bi sedema girtina Rêber Ocalan ji hêla dewleta Tirk ve, kir.

Batil bang kir ku parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bixînin û got tenê Rêber Ocalan dikare li ser demokrasiyê biaxive.

Batil da zanîn ku ruxmî doza Rêber Ocalan ji dadgehên Ewropî, Tirkî û cîhanê re hatiye veguhastin, lê Rêber Ocalan hîna girtî ye û derbasî sala xwe ya 25′an dibe.

Li ser perspektîfên Rêber Ocalan ên çareserkirina doza Kurd li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi giştî Batil got: "Divê wek Rêber Ocalan gotiye agirbest bê ragihandin, diyalog dest pê bike û gavên destûrê ji bo çareserkirina doza Kurd bên lêkolînkirin û serbestberdana Rêber Ocalan weke kilîta çareserkirina doza Kurd e."

Batil destnîşan kir ku Ewropa ji bo berjewendiyên xwe û berjewendiyên dewleta Tirk PKK′ê xiste lîsteya reş û wiha got: "Dem hatiye ku Rêber Ocalan bi fîzîkî azad be. Ji ber azadiya wî kilîta çareseriyê ye. Ji ber em di tecrûbeyên xwe yên Afrîkaya Başûrê de dizanin."

Di beşa çaran û ya dawî de jî li ser çawaniya têkoşîna ji bo bidawîkirina dîlgirtina Rêber Ocalan hate nîqaşkirin. Dîsa Barry Mitchell‏ ‏ev beş bi rê ve bir, di vê beşê de berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyî Ferzende Munzur, Mehmûd Batil, Mezlûm Dînç, nûnera Sendîqaya Nîştimanî ya Karkerên Perwerde û Tenduristiyê ya Afrîkaya Başûr Denio Magava beşdar bûn.

Ferzende Munzur di vê beşê de li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan û dewletên beşdar û armancên wan axivî û wiha got. "Dem hatiye ku em ji bo serbestberdana Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bixebitin, her wiha bang li hêzên beşdarî komployê kir ku dev ji hedefgirtina gelê Kurd berdin."

Munzur diyar kir ku dema Rêber Ocalan hatiye girtin, Kurdan li her devera Kurdistan û cîhanê serî hilda.

Munzur li ser çalakiyên însiyatîfa sûriyeyî ya mafên mirovan axivî û bang kir ku destekê bidin doza Rêber Ocalan ku azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe.

Li aliyekî din jî nûnera Sendîqaya Nîştimanî ya Karkerên Perwerde û Tenduristiyê ya Afrîkaya Başûrê Denio Magava axivî û got ew destekê didin têkoşîna gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan.

Denio destnîşan kir ku Rojava ya ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, hemû fêrî gelek mijarên nû yên li ser demokrasiyê kirin, hişt ku jina Kurd weke sembol were nîşandan.

Denio got pêwîstiya Afrîkaya Başûrê bi desteka zêde ji doza Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan re heye û ew di sendîqayê de bi israr in ku fikrên Rêber Ocalan belav bikin û ev tişt anî ziman: "Em bi hemûyan re û di nava hemûyan de dixebitin ku zextê li hikumetê bikin, da ku pêşniyarên xwe yên li ser desteka Kurdan û têkoşîna Rêber Ocalan pêk bîne."

Denio wiha dawî li gotina xwe anî: "Em nahêlin doza Kurd û serbestberdana Rêber Ocalan werin jibîrkirin. Em ê vê dozê veguhêzin beşên tenduristî, perwerde, saziyên civaka sivîl. Heta Rêber Ocalan were berdan em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Mezlûm Dînç jî li ser komploya navneteweyî ku ji 25 salan ve rejîma kapîtalîst pêk aniye axivî û got: "Ev komplo hîna heta roja îro bi tecrîda girankirî dewam dike. Tu rawabûnek ji bo girtina Rêber Ocalan tune ye. Ev yek binpêkirina biryarên dadgeha ewropayê ye."

Dînç behsa qanûnên dewleta Tirk kir û got dema mijar girêdayî doza Rêber Ocalan ev qanûn tên binpêkirin, heman mijar li ser siyasetmedarên Kurdan jî tê meşandin. Dema siyasetmedarek Kurd twittekî diavêje, tê girtin.

Axaftina dawî jî, Mehmûd Batil kir û tê de behsa têkoîna parêzerê Neslon Mendala Îsa Mûsa kir ku di heman demê de jî wî parastina Rêber Ocalan jî kir. Her wiha Batil behsa rola Îsa Mûsa ya parastina rêberê gelê Kurd û parastina hemû bindestên li her derê kir.

Di nîqaşan de hate gotin xebata hevbeş ne tenê girêdayî vê konferansê ye, lê belê têkiliyên berê yên di navbera her du gelê Kurd û Afrîkaya Başûrê hebûn û dê piştî vê konferansê ji berê zêdetir bin. Beşdaran da zanîn ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tê bikoşin.

Konferans bi xwendina encamnameyekê ji hêla Mehmûd Batil ve bi dawî bû.

(fr)