​​​​​​​Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Divê PDK′ê li pêş alîkariyan nebe bend

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bang li PDK′ê kir ku pêşî li alîkariyên şêniyên Başûrê Kurdistanê û Heyva Sor a Kurdistanî ji Rojava re şandine ku bigihînin mexdûrên erdhejê, negire û bihêle derbas be.

​​​​​​​Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Divê PDK′ê li pêş alîkariyan nebe bend
2 adar, 2023   01:46
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Ligel dorpêça bêserûber a ji hêla hikumeta Şamê ve li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, PDK′ê qedexe dike ku alîkariyên ji Başûrê Kurdistanê bi rêya deriyê Sêmalkayê derbas bin. Ew yek jî azarên şêniyan zêde dike.

Di encama erdheja li Bakurê Kurdistanê Tirkiyeyê çêbûye û herêmên bakurê Sûriyeyê bandor bûne de bi hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest da û zirarên madî yên mezin çêbûn. Para taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji erdhejê mezin bû, ji ber ku gihandina alîkariyan tê astengkirin.

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bang li PDK′ê kir ku bihêle alîkariyên ji şêniyên Başûrê Kurdistanê û Heyva Sor a Kurdistanî ve tên şandin, ji derman, şîrê zarokan, kon û pêdiviyên jiyanî derbas be.

ALÎKARIYÊN PÊWÎST

Welatiya bi navê Nadiya Êmo ya ku ji mala xwe ji ber derizîna erdhejê derketiye wiha got: "Erdhejê hişt em ji malên xwe derkevin û pêdiviya me bi alîkariyan heye."

Nadiya wiha domand: "Şêniyên me yên li Başûr alîkarî kom kirin da ku ji me re bişînin. Lê PDK′ê nahêle ew alîkarî bi rêya deriyê Sêmalkayê derbasî Rojava bin."

Nadiya diyar kir ku du zarokên wê yên biçûk hene, pêdiviya wan bi şîr heye, lê êdî şîr li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêça hikumeta Şamê tune ye û wiha pê de çû: "Di alîkariyên ji Başûrê de tên şîrê zarokan heye, divê bi lez bigihînin me."

AZAR DU QATÎ NE

Welatiya bi nave Ewaş Mihemed jî wiha got: "Erdhej bû sedema zirarên madî yên mezin li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Hinan jiyana xwe ji dest da û hin mal jî bi kêr rûniştinê nayê, alîkarî jî di vê dema dijwar de pir pêwîst in."

Ewaş da zanîn ku PDK′ê nahêle alîkarî derbas bin û wiha domand: "Pêwîstiya şêniyan bi alîkariyan heye. Piranî di bin konan de ne."

Ewaşê ev tişt got: "Di vê rewşa me ya zehmet de, pêdiviya me bi alîkarî û xurdemeniyê heye. Em bang li PDK′ê dikin ku bihêle alîkarî bigihînin me."

′QEDEXEYA GIHANDINA ALÎKARIYAN KARESATEKE MEZIN E′

Welatiya bi navê Fatme Mihemed jî da zanîn ku pêdiviya biçûk û mezinên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hêmanên jiyanê heye û wiha got: "Erdhejê şênî li beramber karesateke mezin hişt û qedexeya gihandina alîkariyan jî karesateke mezintir e."

Fatme wiha ev tişt anî ziman: "Alîkarî ji me re hatine komkirin, lê desthilat nahêlin derbas be. Ruxmî ku pêdiviya me bi wan alîkariyan heye, lê PDK′ê nahêle derbas be."

(fr)

ANHA