Di merasîma cenazeyê fermandar Pîr Çeko de banga yekitiyê

Şengaliyên ku beşdarî merasîma cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko bûn, diyar kirin ku pêşeng û fermandarên xizmeta êzdayetiyê dikin, dibin hedefa dijmin û banga pêşxistina yekitî û tifaqê li civaka êzidî kir.

Di merasîma cenazeyê fermandar Pîr Çeko de banga yekitiyê
1 adar, 2023   07:07
ŞENGAL

Piştî şehadeta fermandarê YBŞ’ê Seed Elî Bedel (Pîr Çeko) di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de, rojeva civaka êzidî careke din mijara yekitî û tifaqê ye. Siyasetmedar, rewşenbîr, oldar, rûspî, sazî û dezgehên civaka êzidî ku beşdarî merasîma cenazeyê Pîr Çeko bûn, banga yekitiyê li civakê kirin.

Çalakvanê sivîl Ebû Mînto got fermandar Pîr Çeko ji Fermana 2014’an heya roja şehadeta xwe parastina axa civaka êzidî kiriye û wiha axivî: “Pîr Çeko bi destê dewleta Tirk ku piştevanê DAIŞ’ê ye hate hedefgirtin. Me egîdekî êzidiyan ji dest da. Pîr Çeko piştevanê gele xwe bû.”

‘JI BER KU EM NE YEK IN FERMAN TÊN SERÊ ME’

Ebû Mînto pirsa “Çima egîdên me dibin hedefa dijmin?” kir û wiha pê de çû: “Ez hêvî dikim civaka êzidî li xwe vegere, pêwîst e em destê xwe bikin destê hev de. Sebeba her fermanek hatiye serê me, em ne yek in. Em ji xelkê re dişixulin. Bes e terka berjewendiyên şexsî bidin, bes e terka xiyaneta vî gelî bidin. Hûn destê xwe dixin destê dijminê gelê xwe, heta ku ev têne serê me.”

Çalakvanê sivîl Ebû Mînto diyar kir ku piştî şehadeta Pîr Çeko êdî pêwîst e kesek din ji dest nedin û bi van gotinan banga yekitiyê li civaka êzidî kir: “Li xwe vegerin, êdî bes e. Êdî destê xwe bidin hev. Pîr Çeko ji bo êzdayetiyê şixulî û bû hedefa dijmin. Kê ji bo qenciya êzdayetiyê kar bike, ew ê bibe hedefa dijmin.”

‘EM TERKA DOZA XWE NAKIN’

Bavê Şehîd Bawer Xêro Xidir jî diyar kir ku dewleta Tirk dijminê civaka êzidî ye û ji dijmin gazinc nayê kirin û wiha dewam kir: “Bêdengiya hikumeta Iraqê jî alîkarî ji bo dewleta Tirk e. Dewleta Tirk dijminekî hov e, dijminekî bê xwedê ye. Ji bo dijmin navê yê li hemberî wî bigihêje hedefekî, mezin bibe. Dewleta Tirk bi hezaran jî ji me bikuje em terka doza xwe nadin. Em xelas nabin, em ê parastina xwe bikin, em ê li ber xwe bidin.”

ANHA