Şehîd El Elo li Reqayê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSDʹê Mihemed Xelîl El Elo bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikumiyê hat veşartin.

Şehîd El Elo li Reqayê hat veşartin
28 sibat, 2023   15:47
REQA

Bi sedan şêniyên Reqayê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şervanên QSDʹê cenazeyê şervanê QSDʹê Mihemed Xelîl El Elo yê dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bû, li Goristana Şehîdan a li gundê Hikumiyê spart axê.

Merasîm bi torana leşkerî ya şervanên  Meclisa Leşkerî ya Reqayê dest pê kir. Piştre bi navê QSDʹê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef axivî û got: "Em sersaxiyê ji xwe, malbata şehîd Mihemed û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin. Ji vê cihê pîroz em şehîd Mihemed oxir dikin. ʹʹ

El Xelef anî ziman ku şehîdan ji bo rizgarkirina herêmê ji terora DAIŞʹê berdêlên canê xwe dan û got: "Ji bo ku bi terora osmanî ev senaroyaya DAIŞʹê dûbare nebe, em amade ne ji bo azadî û rûmetê berdêlên giran bidin."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hemûd axivî û got: "Em soz didin şehîdên xwe ku wê keda wan vala neçe. Em ê li hember çi kesên ku hewl didin destdirêjî herêmên me bikin, bisekinin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Emîne El Hac wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Mihemed El Elî bi tilîliyên dayikan hat veşartin.

(bb)

ANHA