​​​​​​​Di konferansa li Afrîkyaya Başûr de pergala li Îmraliyê hat nîqaşkirin

Di mijara duyemîn a Konferansa "Azadî ji Abdullah Ocalan re, li cîhanê aştî û istiqrar" de behsa pergala îşkenceyê ya li girtîgeha Îmraliyê hate kirin.

​​​​​​​Di konferansa li Afrîkyaya Başûr de pergala li Îmraliyê hat nîqaşkirin
28 sibat, 2023   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa "Azadî ji Abdullah Ocalan re, li cîhanê aştî û istiqrar" dewam dike. Mijara duyemîn a konferansê ya bi sernavê "Hucreya takeksî ya Ocalan û pergala Îmraliyêʹʹ ji aliyê têkoşer Marcus Solomon ve hat birêvebirin ku 10 sal li Girava Robben di girtîgehê de ma.

Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Mezlûm Dînç behsa mercên tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan kir. Her wiha îşaret bi qanûnên Tirkiye û yên dadgeha Ewropayê kir ku di mijara Rêber Abdullah Ocalan de tên binpêkirin. Mezlûm Dînç bal kişand ku CPTʹê di serdama xwe ya dawî ya li Îmraliyê de hevdîtin bi Rêber Ocalan re nekir.

Hiqûqnas Cewa Mûsa jî bal kişand ser serdana xwe ya li Tirkiyeyê, çawa rewşa gelê Kurd ji nêzîk ve û rewşa Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de nas kir.

Mûsa diyar kir ku wekî parêzer û hiqûqnas wan ji bo Rêber Abdullah Ocalan û doza gelê Kurd hevdîtin pêk anîne. Her wiha bal kişand ser siyaseta Tirkiye ya li dijî Kurdan bi giştî û siyasetmendaran bi taybet pêk tîne, mîna qutkirina piştgiriyê li ser HDPʹê, pêkanîna zextê li ser YEʹyê da ku li ser binpêkirinên li dijî Kurdan neaxive.

Şoreşger Prima Naidu ê ku malbata wî 100 salan ji bo demokrasiyê li Afrîkyaya Başûr tê koşiya bal kişand ser girtina birayê xwe li gireva Robin û girtiya xwe, îşkenceya li dijî girtiyan û mûameleya nîjadperestî ya li hemberî girtiya. Nadiu diyar kir ku ew asta îşkenceyê ya li hemberî Ocalan dizane.

Marcus Solomon di dawiyê de got: "Li Sûriye, Iraq, Tirkiye û Îranê pirsgirêka kurdî heye. Cîhan welatê me tevan e. Divê her kesên li vê cîhanê bibin yek û hev din nas bikin, ji ber ku siberoja gerstêrka me di xetereyê de ye."

Konferans dewam dike.

(bb)

ANHA