​​​​​​​Hewldaneke erebî ji bo dûrxistina Şamê ji Tirkiye û Îranê

Dewletên erebî hewl didin sûdê ji karesta erdhejê bigirin û têkiliyan bi hikumeta Şamê re normalize bikin da ku rê li ber zêdegaviyên Îran û Tirkiyeyê bigirin.

​​​​​​​Hewldaneke erebî ji bo dûrxistina Şamê ji Tirkiye û Îranê
1 adar, 2023   03:34
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Wekî nameya piştevaniyê ya ji ber erdhejê, wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî sibeha roja duşemê gihişt Sûriyeyê. Piştî zêdetirî 10 salan ev serdana yekemîn a rayedarekî misirî ji bo Sûriyeyê ye.

Dibe ku Beşar El Esed di vê piştgiriya erebî ya fermî de, firsendekê bibîne da ku lezê bide normalîzekirina têkiliyan bi derdora xwe ya Ereb re. Serdana Şukrî, hewldaneke erebî ji bo kêmkirina zêdegaviyên Îran û Tirkiyê nîşan dide.

Tevî ku Şukrî di bersivandina pirsên rojnamevanan de mijara normalîzekirina têkiliyên dewletên ereb bi hikumeta Şamê re paşguh kir, lê îsrar kir ku armanca wan ji serdanê mirovî, ne siyasî ye û di çarçoveya ragihandina `Peyama piştgiriyê` de piştî erdheja wêranker, pêk hatiye. Lê rola ku Misir hewl dide bilîze, nexasim ku xwe di dîrokê de wek `birayê mezin` ê Sûriyeyê dibîne, xetên ji xeta mirovî firehtir di nav xwe de digire.

Şukrî sibeha duşemê gihaşt Şamê û pêşî bi hempîşeyê xwe yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad re civiya. Piştre bi Beşar El Esed re civiya û peyama serokê Misirê ya piştevaniya welatî wê bi Sûriyeyê re radestî wî kir. Her wiha Samih Şukrî silavê serokê Misirê Ebdulfetah El Sîsî û serfiraziya wî bi têkiliyên dîrokî yên di navbera Sûriye û Misirê de, baldariya Qahîrayê ku van têkiliyan xurttir bike û hevkariya hevbeş pêş bixe, ragihand El Esed.

Tevgera Misirê ya ber bi Şamê ve ne ya yekemîn e. Lê belê li ser asta îstixbaratê, gelek civîn di navbera her du welatan de li dar ketin. Dibe ku mijarên her du welatan li hev kom dikin, ji yên her du ji hev cuda dikin, pirtir in. Her du welatan ji ber Îxwan û Tirkiyê zehmetî kişandin.

Beriya vê serdanê gelek gavên bi armanca vegerandina Şamê li hembêza erebî hatin avêtin. Ji wan gavan; serokê Misirê Ebdulfetah El Sîsî bi Beşar El Esed re bi rêya telefonê axivî. Beriya wê jî an ku roja Yekşemê şandeyên parlamentoyên Ereb serdana Şamê kir. Beşar El Esed bi xwe çû Oman ku ji 2011`an ve ev serdana El Esed a derve duyemîn e. Serdena wî ya yekemîn ji bo Îmaratê bû. Ji vê zêdetir gelek rojnameyan amaje bi vê yekê dikin ku dê wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan serdana Şamê bike.

Bin Ferhan tu agahiyên piştrast li ser vê serdanê nedan. Lê belê got: “Lihevkirinek di cîhana erebî de heye ku tu sûda dûrxistina Sûriyeyê tune ye. Di demekê de wê pêwîstî bi pêkanîna diyalogê bi Şamê re hebe. Herî kêm ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovî di nav de vegera penaberan heye.”

Ji wê zêdetir, beriya du hefteyan Qiralê Behreynê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe bi rêya telefonê bi El Esed re axivî. Ev peywendî piştî zêdetir 10 salan a yekemîn e. Her wiha El Esed wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Sefedî pêşwazî kir ku ji destpêka şer ve ev hevdîtina yekemîn a rayedarekî urdinî ji bo Sûriyeyê ye.

Ji 6`ê Sibatê ve, guhertina ku di helwesta piraniya dewletên Ereb de çêbûye balkêş bû. Ruxmî ku guhertina helwestan a di çarçoveya `Dîplomasiya karesatan` de pêk hat jî, lê tenê Qeter û Kiwêt helwesta xwe neguhert. Dîsa jî mirov nikare ji hewldanên berê û nû yên vegerandina hikumeta Şamê bo `hemêza erebî` cuda bike.

Li gorî çavdêran, ev helwesta nû ya dewletên Ereb bi wê yekê ve girêdayî ye ku naxwazin Sûriye zêdetir ber bi dorhêla Tirkiyê û Îranê biçe. Nexasim ku Rûsya hewl dide hikumeta Şamê û hikumeta Tirkiyê li hev bîne. Ji ber ku lihevhatina Şam û Enqereyê dê derbe li eniya erebî bide ku Erebistana Siûdî, Misir û Îmaratê pêşengiya wê dikin.

Dibe her sê alî, hewl didin ku xetek mîna Astanaya Erebî (Misir, Erebistana Siûdî û Îmaratê) mîna Astanaya ne Ereb (Rûsya, Tirkiye û Îranê) ava bikin.

Li gorî gelek analîzan, El Esed ji bo hêsankirina vegerandina Şamê li hemêza erebî, gelek gav avêtine. Gava herî girîng ew e El Esed li ser daxwaza Îmaratê hişt ku alîkariyên dîtir bigihêjin bakur rojavayê welêt.

Girêdayî vê mijarê 4 çavkaniyan ji Reutres re diyar kir ku rola Îmaratê ya iqnakirina El Esed nîşan dide ku dewleta kendavî êdî miqdareke hegemoyê li Şamê bi kar tîne, heta ku Rûsya û Îran lîstikvanên biyanî yên sereke û hegemon bin.

Dibe ku dewletên Ereb tê gihiştin ku dûrxistina Şamê ji Tehranê mijareke ne pêkan e. Her wiha fam kirin ku di encamên dûrketina wan de Tehran destwerdan li Sûriyeyê kir. Ji ber vê yekê êdî dewletên Erebî dest bi dan û standinên siyasî bi hikumeta Şamê re kirine da ku bi welatên ku destwerdan Sûriyeyê kirine, hevseng bin.

Li gorî analzîvanan, hewldanên normalîzekirinê yên erebî, piştî vekişîna qismî ya Amerîka ji bakurê Sûriyê zêdetir dibe. Gelek dewletan bawer kir ku êdî Sûriye mîna berê ji bo Washingtonê ne girîng e. Ji ber wê gelek dewletan lez dan vegerandina têkiliyan bi hikumeta Şamê re.

Tenê maye em binêrin wê di dema bê de çi çêbibe, dê encamên bûyerên li Sûriyeyê rû didin çi bin, xwezaya têkiliya di navbera dewletên ereb û hikumeta Şamê de dê çawa be. Heta niha wêneya giştî zelal nebûye ku gavên ji bo vegerandina Sûriyeyê li hemêza erebî dê bi ser kevin an na. Nexasim ku DYA û dewletên rojavayî gotin ew li dijî normalîzekirinê ne. Hemwextî wê, girtekên wê yên li dijî hikumeta Şamê berdewam in ji bo ku tawîzên siyasî bide.

(şx)

ANHA