Ji sedî 80’yê malan zirar dîtiye û restorekirina wan tê astengkirin

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê da zanîn ku ji ber erdhejê ji sedî 80 malên li kantonê zirar dîtine, hinek nema tên bikaranîn. Hikumeta Şamê jî nahêle madeyên ji bo restorekirina malan bikevin herêmê.

Ji sedî 80’yê malan zirar dîtiye û restorekirina wan tê astengkirin
1 adar, 2023   07:16
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Ji ber şerê li herêmê rû daye binesaziya kantona Şehbayê zirareke mezin dît.

Piştî erdheja 6`ê Sibatê û erdhejokên piştî wê malên xelkê kantonê zirar dîtin û hinek ji wan nema tên bikaranîn.

Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî ya Meclisa kantona Efrîn û Şehbayê Rîhab Cibo têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Rîhab destnîşan kir ku ji ber şerê li kantona Şehbayê rû daye, wêraniyeke mezin çêbû, binesaziya herêmê zirar dît û piştî erdhejê jî zirarên mezintir çêbûn.

Rîhab anî ziman ku piştî erdheja 6`ê Sibatê ji bo kontorlkirina malên ku zirar dîtine, komîteyek hat avakirin û wiha dom kir: “Li gorî komîteyê, ji ber erdhejê zirar gihaşt zêdetirî hezar û 500 malan. Piştî erdheja 20'ê Sibatê û erdhejokan, hin malên din jî hilweşiyan, hinek jî li ber hilweşînê ne. Zirara ji ber her du erdhejan çêbûye gihaşt ji sedî 80’yî.”

Desteya Rêveberiya Herêmî bi rêya komîteyên xwe yên li navçe û bajarokan hewl da hin madeyên ji bo restorekirina malan pêwîst mîna çîmento, kevir û madeyên din, peyda bike. Lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê, miqdarên pêwîst ên wan madeyan nehatin peydakirin.

Her wiha kavil ji kolanên ku mal lê hilweşiyane hatin rakirin û hin malên din ên ku zirarên mezin dîtine, hatin hilweşandin. Ji bo mexdûrên erdhejê jî 300 û ji bo xwendekaran jî 50 kon hatin danîn.

Rîhab da zanîn ku bi hevkariya Rêveberiya Kampa Serdem, kamp hate firehkirin û ji bo bicihkirina mexdûrên erdhejê yên ji Şehbayê û malbatên ku ji Helebê hatin 300 konên din hatin danîn.

Rîhab diyar kir ku bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê, ji bo temamkirina perwerdeyê; li navçeya Ehdas û gundê Til Qirahê 50 kon hatin vedan û got wê li Til Rifetê jî 50 konên din bên danîn.

Rîhab bal kişand ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê madeyên avakirina xaniyan û mazot kêm in û wiha dewam kir: “Derfetên me kêm in, lê tevî wê jî em bi hevkariya komîn û meclisan hewl didin madeyên pêwîst ji bo restorekirina malên şêniyan peyda bikin.”

Rîhab bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyan bişînin herêmê, bang li hikumeta Şamê jî kir ku dawî li dorpêçê bîne.

(şx,cx)

ANHA