ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-03-2023
28 sibat, 2023   23:00

- Ajansa me ANHA’yê, 1O salên xwe yên tijî têkoşîn û fedakariyên mezin ji bo eşkerekirina rastiya Rojhilata Navîn ji cîhanê re temam kir û bû jêdereke rastiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya nêzîkûna 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi hevkariya Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Qamişloyê pêngaveke paqijê dide destpêkirin, saet 09:00ʹan. Bi heman boneyê Kongra Star a navçeya Holê ya kantona Hesekê semînerekê li navenda PYDʹê dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên roja yekemîn a  8ʹemîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê dest pê dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Meclisa Efrîn û Şehbayê diyar kir ji sedî 80 malên ku ji ber erdhejê bi ziyan bûne, êdî ji bo rûniştinê neguncaw in û diyar kir ku hikumeta Şamê nahêle pêwîstiyên sererastkirina xaneyan derbasî herêmê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewletên erebî hewl didin sûdê ji karesta erdhejê bigirin û têkiliyan bi hikumeta Şamê re normalize bikin da ku rê li ber zêdegaviyên Îran û Tirkiyeyê bigirin. (BI WÊNE).

- Felaketa eredhejê ya 6ʹê Sibatê plana dewleta Tirk a qirkirina Kurdan û gelên herêmê nebû asteng. Yên ku di encama erdhejê de şehîd nebûn, bi top, çek û çekên qedexekirî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Erdheja li Mereşê, li Sûriyeyê jî xist. Li Sûriyeyê jî hilweşîneke mezin çêbû, her çendî ne bi qasî Tirkiyeyê be jî. Alîkarî jî kêm bûn. Li Helebê hikumeta Şamê û li Efrînê jî çeteyan alîkarî asteng kirin û nehiştin bigihêjin mexdûrên erdhejê yên Kurd. Di têkiliyên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de diyaloga siyasî di karesata erdhejê de jî pêk nehat.

ANHA