​​​​​​​Li Qamişloyê helbestên Melayê Cizîrî tên şîrovekirin

Di çarçoveya çalakiyên projeya "Sala 2023ʹyan sala Melayê Cizîrî ye" ku her roja Sêşemê tê lidarxistin de, helbesta “Kes bi dada me nepirsit” hat şîrovekirin.

​​​​​​​Li Qamişloyê helbestên Melayê Cizîrî tên şîrovekirin
28 sibat, 2023   17:42
QAMIŞLO

Bernameya xwendin û şîrovekirina helbestên helbestvanê Kurd ê navdar Melayê Cizîrî ku hefteyê carekê bi navê “Êvara Nîşaneya Botanê” li navenda HRRK`ê ya bajarê Qamişloyê pêk tê, îro bi helbesta “Kes bi dada me nepirsit” dewam kir.

Hefteya borî bernameyê şevbuhêrka yekemîn bû. Di şevbuhrêka yekemîn de helbesta bi navê “Şerbeta lam û bê`yan” hat şîrovekirin.

Endamên partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskarên Kurd li şevbuhêrkê amadebûn. Şevbuhêrka vê hefteyê jî bi dirûşma “Dil yek e, dê işiqi yek bit, aşiqan yek yari bes qibile dê yek bit qulûban, dilberek dildari bes” ji aliyê nivîskar û rojnamevan Diyar Buhtî ve hat lidarxistin.

Diyar Buhtî li ser taybetmendiyên helbesta ʹʹKes bi dada me nepirsit” ya Melayê Cizîrî got: " Taybetmendiya helbestê xezel bû, naveroka wê jî girêdayî berpirsyarî, tênekirina hêzê, pêdiviya bi kirdarekî, tiştên pêkan û nepêkan, tiştên bikêr û yên bêkêr, behredarî, têkoşîn, cewherê tiştan û evîna rast bû. Balê dikşîne ser pêwîstiya bi têkoşîn û rêxistinbûyînê.ʹʹ

Ji palana sala 2023ʹyan Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) çalakiyan bi sernavê “Şahê helbesta Kurdî ya kilasîk” ye. Di vê çalakiyê de girîngiyê dide helbestên Melayê Cizîrî. Li gorî bernameya wan dê rojekê di heftiyê de helbestek Melayê Cizîrê ji aliyê nivîskar û rojnamevan Diyar Bohtî ve bê şîrovekirin.

(sb)

ANHA