Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişloyê bi meşekê diyar kirin ku ew ê têkoşînê xurt bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were mîsogerkirin.

Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan meşiyan
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan meşiyan
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan meşiyan
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan meşiyan
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan meşiyan
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan meşiyan
28 sibat, 2023   17:58
QAMIŞLO

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişloyê, bi sedan şêniyên Qamişloyo, di nav de endamên saziyên sivîl, TEV-DEM, PYD û Kongra Star daketin qadan û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwestin.

Meş ji pêşiya dermanxaneya Deham a taxa Kornîş dest pê kir. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye, Yekitiya Jinên Ciwan, PKK, TEV-DEM û Kongra Star hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Bi rihê Zap, Avaşîn û Metînayê em ê tecrîdê bişkînin û Kurdistana azad mîsoger bikin" û "Ciwan fedaî Rêber Ocalan in" hatin vekirin. Her wiha dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin.

Meş li ber peykerê Karkeran a heman taxê veguherî mîtîngê. Li vir endama Desteya Ciwan û Werzîşê Besma Hesen Mehmûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 24 sal e Rêber Abdullah Ocalan girtî ye û dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser wî ferz kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de diyarkirin ku ji 23 mehan ve agahî ji Rêber Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê nehatine wergirtin. Hate bibîrxistin ku hêzên navneteweyî li hemberî binpêkirinên li dijî Rêbertî û girtiyên din bêdeng in.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û avakirina Kurdistaneke azad wê dewam bike û geştir bibe."

(bb)

ANHA