​​​​​​​Bernameya roja yekemîn a Konferansa "Azadî ji Abdullah Ocalan re" bi dawî bû

Piştî nîqaşkirina mijarên sêyemîn û çaremîn bernameya roja yekemîn a Konferansa "Azadî ji Abdullah Ocalan re, li cîhanê aştî û istiqrar"  bi dawî bû.

​​​​​​​Bernameya roja yekemîn a Konferansa "Azadî ji Abdullah Ocalan re" bi dawî bû
28 sibat, 2023   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Mijara sêyemîn a Konferansa "Azadî ji Abdullah Ocalan re, li cîhanê aştî û istiqrar" a  sernavê "Desthilatdarî, pergala netewe dewlet a kevin li Rojhilata Navîn" ji aliyê hiqûqnas Sîham Semaî ve hat birêvebirin.

Hiqûqnasê ji Durban ê Afrîkayaya Başûr Krish Kovender li ser sîstem, qanûn, demokrasî û parastina mafên di prensîbên bingehîn ên dewletan de axivî û destnîşan kir ku netewe dewlet mafan dikuje û li dijî gelan dike çek.

Krish Kovender bal kişand ser hikumetên li Rojhilata Navîn çi yên îslamî bin an jî neteweyî bin û got, hin dewlet dibêjin wan xwe li ser esasê ola îslamê an xiristiyan ava kirine. Her wiha destnîşan kir ku misilmanên Sunnî û Şîe û Xiristiyanên Protestan û Katolîk olê li gorî berjewendiyên xwe şîrove dikin.

Kovender li ser dewletên Ewropa û Afrîkyayê axivî û got: "Qanûnên Afrîkyaya Başûr li ser esasê demokrasiyê ava bûne. Rola hiqûqnasan jî li ser vê yekê ye. Lê hin qanûn ji armancên xwe yên siyasî dûr ketine. Divê em guh bidin van xalan."

Kovender di dewama nirxandinên xwe de got: "Tirkiye rêya xwe şaş kir, ji ber ku ji qanûnên xwe dûr ketiye. Erdogan mafên mirovan bin pê dike û hemû muxalifan dixe girtîgehê. Ji wê zêdetir dadgeh saziyên civaka sivîl û rêveberiya li welat kontrol dike. Li Tirkiye, qanûn û maf û edalet nînin. Rê li ber siyaset û demokrasiyê tê qutkirin.  ʹʹ

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Swaziland a li bakurê Afrîkayê Pais Vilakati got, ew piştgiriyê didin mafên gelên bindest û wiha domand: "Divê her kes helwesta xwe li hemberî mafên mirovan diyar bike. Dema ku destek tune be, aliyê ku têkoşînê dike wê bi tenê bimîne."

Pais Vilakati banga azadiya Rêber Ocalan kir û got: "Em di wê baweriyê de ne ku eger Ocalan azad nebe wê azadî û demokrasî li herêmê pêk neyê. Divê destek û piştevahî ji bo gelên bindest were dayîn." 

Vilakati piştgiriya xwe bi gelên Kurd û Filistînê re anî ziman. Her wiha behsa siyasetên pergalên kapîtalîst ku gelek li hemberî hev sor dikin, kir û got: "Em gelekî sûdê ji tecrûbeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet têkoşîna jinên Kurd digirin."

Hiqûqnas û endamê Rêxistina Ellrich, Dale McKinley, li ser modela netewe dewletê ya li Rojhilata Navîn û cîhanê û wek nimûne Amerîka û Îngilîstanê axivî û anî zman ku netewe dewlet belaya herî mezin li ser gelê Kurd  ê li Rojava û Tirkiyê ye.

Dale McKinley îşaret bi pirsgirkên dewlet netewe kir û destnîşan kir ku ev pergal rê li ber pêşketin û demokrasiyê digirin û ji bo sîstemên faşîst bûye mulkiyetek.

Dale McKinley di dewama axaftinên xwe de qala şoreşên ku li herêmê li dar ketine jî kir û wiha pê de çû: "Dema ku ev şoreş bi ser ketin, piştre li ser gel bûn desthilatdar û nexwazin ku gel azadiya xwe mîsoger bikin. Divê em sîstemeke adil ava bikin ku parastina jîngehê, azadî û mafên jinan mîsoger bike."

Dale McKinley anî ziman ku mîna pêşketina li Rojava, dê Kurd li hemberî sîstemên kapîtalîst û dewlet netewe bi ser bikevin û ewlehî û aştiyê li herêmê mîsoger bikin û got: "Konfederalîzma demokratîk a ku Rêber Ocalan pêşkêş kiriye dikare jiyaneke xweş ji tevahî gelan re pêk bîne."

TÊKOŞÎNA GELAN

Mijara çaremîn a konferansê ya bi navê têkoşîna gelan ji aliyê rojnamevan Mensûr Cafer ve yê di Koma Xebatê ya Kurd a Mafên Mirovan a Afrîkyaya Başûr de ye hat birêvebirin.

Ji Koma Afrîka ya Piştevaniya Filistînê Ferîd Îsak axivî, diyar kir ku gotara wî ya yekemîn a beriya 31 salan li ser têkoşîna ji bo azadiyê bû.

Îsak bi bîr xist ku ji zêdetirî 200 salî ve zilm li ser Kurdan tê kirin û got: "Dewleta Tirk bi navê îslamê û bi hincetên cuda zilmê li Kurdan dikin. Mixabin yên ku zilêm li Kurdan dikin misilman in."

Ferîd Îsak qala êrişên çeteyên DAIŞʹê yên li ser gelê Kurd jî kir jî û wiha domand: "Pergalên serdest ên li Kurdistanê her tim Kurdan wekî dijberên îslamê  nîşan didin da ku gelan li hemberî wan sor bikin. Ev îdia ne rast e. Tirkiye dibêje misilman bira ne û di maf û erkan de wekî hev in, lê rêzê ji mafên Kurdan re nagire."

Ji rêxistina Zakzakî ya rêxistinkirina gelên li Afrîkyayê  Zênelabidîn Qedafî bi dirûşma "Bimire Erdogan" dest bi axaftinê kir. Qedafî li ser çawaniya ku gelên Afrîkyayê bi rêxistin kirin axivî. Her wiha behsa xizanî û nezaniya li gel Afrîkiyan û got: "Pergalên serdest gelan bi kar tînin. Dema ku malên fihûş û navendên firotina madeyên hişbirê girtin, pergalên serdest êrişî me kirin û li hemberî wan doz nehat venekirin."

Qedafî îşaret pê kir ku divê gelên bindest piştgiriyê bidin hev û got: "Em dixwazin bi van gelan re bibin hevkar da ku armancên wan pêk werin."

Piştî nîqaşkirina her du mijaran, bernameya roja yekemîn a konferansê bi dawî bû.

Konferans dê sibe dewam bike.

(bb)

ANHA