QSD`ê şehadeta şervanekî ragihand

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku hevrêyê wan Îsmaîl Hesekê 26`ê Sibatê di encama krîza dil de şehîd bûye.

QSD`ê şehadeta şervanekî ragihand
28 sibat, 2023   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya QSD`ê de hat diyarkirin ku şervanên QSD`ê li hember êrişên dijî herêmê, êrişên dewleta Tirk a dagirker û bi taybetî di şerê li dijî DAIŞ`ê de, destanên berxwedan û lehengiyê nivîsandin û serkeftinên mezin pêk anîn.

QSD`ê ragihand ku hevrêyê wan Ehmed Hisên (Îsmaîl Hesekê) ku yek ji wan şervanên leheng bû, di encama krîza dil de gihîşt asta şehadetê.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Hevrêyê me yê şehîd di têkoşîna li dijî terorê û bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan de xwedî rolek girîng bû. Ji 2011`an de di nava refên hêzên me de cih girt, beşdarî piraniya şerên li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Wî bi berxwedana xwe ya dîrokî gelek destan nivîsandin û bû mînaka şervan û fermandarê wêrek. Di dilê her şervanekî ku li kêleka wî têkoşîna daye meşandin, cih girt. Ruxmî temenê xwe yê mezin jî, her kêliyê bi profesyonaliyeke mezin erkên diketin ser milî wî pêk anîn.

Em ji xwe, tevahî malbatên şehîdan û ji malbata şehîd Îsmaîl re sersaxiyê dixwazin. Israra me ya pêkanîna armancên ku hevrêyên me di oxira wan de şehîd bûne, ji her demê zêdetir dibe. Em ê heta pêkanîna xeyalên şehîdan, hêviyên wan ên azadiyê û parastina ewlehiya herêmên xwe, têkoşîna li dijî dijminên xwe bidomînin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Îsmaîl Hesekê

Nav û Paşnav: Ehmed Hisên

Navê Dayikê: Nûra

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Hesekê/1967

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê/26-Sibat-2023.

(cx)