​​​​​​​Rêxistinên hiqûqê giliyê Erdogan kir

Hin rêxistinên hiqûqê yên Tirkiyeyê ji ber xemsariya wan a piştî erdhejê ku bû sedema mirina bi deh hezaran kesî, giliyê Erdogan û wezîrên desthilata wî kirin.

​​​​​​​Rêxistinên hiqûqê giliyê Erdogan kir
28 sibat, 2023   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên hiqûqê giliyê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û wezîrên pêwendîdar kir, ji ber ku piştî erdhejê wezîfeya xwe bi cih neanîne. Gilî li Edliyeya Çaglayanê ya bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê hate kirin.

Bi navê rêxistinên hiqûqê hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Şaxê Stenbolê Esra Bîlen daxuyanî da.

Esra Bîlen diyar kir ku tevî ku erdhej karesateke xwezayî ye, ji ber xemsariyê bûye komkujî.