HPG: Divê kes guh nede nûçeyên derew ên medyaya Tirk

HPG'ê daxuyand ku kesê bi navê Ramazan Guneş beriya 3 salan reviyaye û li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye, beriya 2 mehan jî radestî dewleta Tirk bûye. HPG'ê diyar kir ku divê kes guh nede nûçeyên derew ên MÎT'ê û medyaya şerê taybet a Tirk.

HPG: Divê kes guh nede nûçeyên derew ên medyaya Tirk
28 sibat, 2023   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê têkildarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û nûçeyên derew ên medyaya Tirk agahî dan.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

"Artêşa Tirk a dagirker bi teknîka şer a li ber destê xwe, êrişên giran li ser hêzên me dewam dike.

Agahiyên berfireh ên êrişên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

27'ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM'ê 24 caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

27'ê Sibatê li navçeya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 71 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

‘GUH NEDIN DEREWÊN MEDYAYA ŞERÊ TAYBET’

Di medyaya şerê taybet a Tirk de nûçeyek hate weşandin û hate îdiakirin ku Ramazan Guneş endamê tevgera me ye û li Silêmaniyê di encama operasyona MÎT'ê de hatiye revandin.

Nûçeya qalkirî bi temamî derew e. Ramazan Guneş beriya 3 salan ji nava refên me reviya, piştre zewicî û li Başûrê Kurdistanê bi cih bû. Tu eleqeya xwe bi tevgera me re nîn e. Ramazan Guneş beriya 2 mehan li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê teslîmî dewleta Tirk bû. Lê belê medyaya şerê taybet a Tirk Ramazan Guneş ê beriya 2 mehan teslîm bû, wek endamekî tevgera me nîşan dide, bi senaryoyeke derew di vê pêvajoyê de pêşkêş dike û hewl dide wek serkeftina MÎT'ê nîşan bide.

Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî ya Tirkiyeyê guh nede nûçeyên derew ên MÎT'ê û medya şerê taybet a Tirk."