Li Hesekê 64 şehîd hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan li Hesekê 64 şehîdên ku di meha Sibatê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li Hesekê 64 şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê 64 şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê 64 şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê 64 şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê 64 şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê 64 şehîd hatin bibîranîn
28 sibat, 2023   10:59
HESEKÊ

Merasîma 64 şehîdên meha Sibatê li Hola Reşo a dikeve taxa El Meşrefiyê ya bajarê Hesekê bi tevlêbûna bi dehan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û malbatên şehîdan hatin bibîranîn.

Li Hola Reşo waneyên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan daliqandin û her wiha malbatên şehîdan wêneyên 64 şehîdan rakiribûn.

Endamê Meclisa Malbeta Şehîdan a Hesekê Mehmûd Cewad axivî û got: “Em rêz û hurmetê ji şehîdên ku canê xwe feda kirine, ji bo rizgarkirina gelê herêmê ji zilm û zordariyê re dikin.”

Rêveberê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hemîd Hesen diyar kir ku tu kes nikare projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Hesen diyar kir ku çi qas dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş û tehdîdên xwe zêde bikin, nikarin hêzên wan qels bixin. Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir û got: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin û li dijî her kesê destdirêjiyê li ser xaka me bike bisekinin, heta rizgarkirinê û rizgarkirina Rêber Ocalan ya fîzîkî.”

 

Piştre sînevîzyon li ser Komploya Navneteweyî û wêneyên şehîdên ku hatine bibîranîn û QSD`ê û YPG`ê hat xwepêşandan.

Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

(zh)