Îstismarkirina erdheja li Tirkiyeyê ji bo revandina zarokan hat şermezarkirin

Komîteya Şilêr îstismarkirina karesata erdhejê ya 6`ê Sibatê ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo revandina zarokan û radestkirina wan ji malên olî, xwediyên tarîqatên Îslamê û komên mafyayê re, şermezar kir.

Îstismarkirina erdheja li Tirkiyeyê ji bo revandina zarokan hat şermezarkirin
26 sibat, 2023   11:26
QAMIŞLO

Erdheja dawîn a li Bakurê Kurdistanê-Tirkiye û Sûriyeyê asta gendeliya li saziyên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir û der barê nêzîkatiya partiya AKP`ê û serokê wê Erdogan di karesatê de gelek pirsnîşan çêkirin. Dewleta Tirk a dagirker gelek zarokên ji erdhejê filitîne û sêwî mane radestî malên olî, xwediyên tarîqatên Îslamê û komên mafyayê kirin.

Raya giştî ya Bakurê Kurdistanê vê mijarê bi baldarî dişopîne û bertek tund tên nîşandan.

Girêdayî mijarê, Komîteya Şilêr a Parastina Zarokan li Dibistana Selahedîn Eyûbî ya li rojhilatê Qamişlo, daxuyaniyek da û ev kiryar şermezar kir.

Zêdetirî 800 xwendekar beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn, daxuyanî ji aliyê xwendekar Ehmed Hisên Omer ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa hate xwestin.

Her wiha revandina zarokan hate şermezarkirin û hate gotin: “Hikumeta Tirkiyeyê bi vê bûyera hovane kîna xwe ya li hemberî Kurdan nîşan da, zarok ji bin kavilan derxistin lê radestî malbatên wan nekirin. Berovajî, zarok revandin û dan hin malên olî, xwediyên tarîqatên Îslamê û mafyayê.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rojane bi sedan zarokên Kurd û Elewî têne revandin û çarenûsa wan nayê zanîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya mezinkirina zarokên ku revandine û li ser fikrê xwe yê faşîst mezin kirine, hewl dide hebûn, çand û dîroka Kurdan tune bike, wan zarokan dûrî nasnameya wan bixe û Kurdan qir bike.

Di dewama daxuyaniyê de îstismarkirina belayên tên serê Kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve, hat şermezarkirin.

(şx/cx)