Şandeyeke Yekitiya Ereban serdana Şamê kir

Li gel gotegotên têkildarî vegera hikumeta Şamê li Yekitiya Ereban, gelek serokên parlamento û şandeyên beşdarî Kongreya Yekitiya Parlamentoya Ereban bûne, gihaştin Balafirgeha Şamê.

Şandeyeke Yekitiya Ereban serdana Şamê kir
26 sibat, 2023   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo piştgiriya gelê Sûriyeyê piştî erdhejê, Yekitiya Parlamentoya Ereban duh ragihand ku şandeyek ji bo serdana Sûriyeyê ava kiriye. Yekitiyê da zanîn ku ji bo vegera Sûriyeyê li Yekitiya Ereban xebat bê meşandin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Nivîsgeha Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî bi daxuyaniyekê got ku şandeya Yekitiya Parlamentoya Ereban bi serokatiya Helbûsî berê xwe daye Sûriyeyê.

Helbûsî duh bang li dewletên Ereban kiribû ku têkildarî vegera Sûriyeyê li mala erebî biryarekê bidin.

Serokê Parlamentoya Misirê Henefî Cibalî jî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê daxuyaniyek da û got: “Parlamentoyên Ereban piştgiriya Sûriyeyê û gelê wî dikin. Sûriye wê li Yekitiya Ereban û mala erebî vegere. Ev serdan ji bo piştgiriya rêveberî, hikumet û gelê Sûriyeyê ye.”

Cibalî wiha domand: “Li gorî biryara kongreya 34`an a Yekitiya Parlamentoyên Ereban ku duh li Bexdayê li dar ketiye, ji bo serdana Sûriyeyê şandeyek hate avakirin. Şandeyên Parlamentoyên Ereban yên din dê piştre biçin Şamê.”

Tê destnîşnakirin ku piştî erdheja li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê ku gelek deverên Sûriyeyê jî pê bandor bûn, gelek dewletên Ereban hewl didin ku bi rêya şandeyên alîkariyên mirovî dest bi normalîzekirina têkiliyên bi hikumeta Şamê re bikin da ku Sûriye li Yekitiya Ereban vegere.

Li gorî rojnameya Şerq El Ewsat, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kiribû ku dan û standina bê şert a bi hikumeta Şamê re dê rewabûnê bide hikumetê û tu çareseriyeke siyasî li welêt çênabe. Her wiha destnîşan kiribû ku wan di civînên xwe yên bi dewletên Ereban re banga pêwîstiya pêşkêşkirina projeyeke erebî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê kiriye.

(şx/cx)