Li Helebê merasîma oxirkirina şehîd Hemze Kobanê

Bi hezaran şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî merasîma oxirkirinê ya şehîd Hemze Kobanê bûn ku 24`ê Sibatê di teqîna erebeyê de şehîd bibû.

Li Helebê merasîma oxirkirina şehîd Hemze Kobanê
Li Helebê merasîma oxirkirina şehîd Hemze Kobanê
Li Helebê merasîma oxirkirina şehîd Hemze Kobanê
Li Helebê merasîma oxirkirina şehîd Hemze Kobanê
Li Helebê merasîma oxirkirina şehîd Hemze Kobanê
26 sibat, 2023   12:04
HELEB

Di 24`ê Sibatê de li herêma Şiqeyif a bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, di encama teqîna erebeyekê de ji aliyê kesên girêdayî îstixbarata dewleta Tirk a dagirker ve, Endamê Komîteya Aborî Hemze Kobanê şehîd bû.

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kom bûn û cenazeyê şehîd Hemze wergirtin. Piştre berê xwe dan qada şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd û beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Di merasîmê de toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ`ê ve hat pêşkêşkirin. Piştre, Endama Komîteya Aborî Berjîn Mihemed, fermandarê YPG`ê li Helebê Şervan Efrîn û Hevserokê Meclisa Aborî ya Helebê Selah Ehmed axivîn.

'ŞEHÎD HEMZE TEMENÊ XWE KIR XIZMETA DOZÊ'

Berjîn Mihemed destnîşan kir ku şehîdxistina Hemze Kobanê parçeyek ji komploya navneteweyî ya bi armanca qirkirina gelê Kurd e.

Berjîn anî ziman ku şehîd Hemze tevahî temenê xwe kir xizmeta şoreş û dozê.

`EM Ê TOLÊ JI XAYÎNAN HILÎNIN`

Ji fermandarên YPG`ê Şervan Efrîn axivî û êrişa li dijî şehîd Hemze wekî komploya îstixbarata dewleta Tirk, Rûsya û hikumeta Şamê ya li dijî gelê Kurd bi nav kir.

Şervan soz da ku ew ê tolê ji xayînên ku bûne sedema şehîdxistina Hemze Kobanê, hilînin û wan radestî edaletê bikin.

Şervan bal kişand ser girîngiya hevgirtina hêzên leşkerî û civakê ji bo sekinadina li hember mîna van êrişan.

`LI SER ŞOPA ŞEHÎD HEMZE EM Ê XIZMETA GELÊ XWE BIKIN`

Hevserokê Meclisa Aborî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Selah Ehmed jî got ku şehîd Hemze di rewşa erdhejê de ji bo xizmeta hemû şêniyan kar dikir.

Selah destnîşan kir ku wan di rewşên zehmet ên li herêmê de, moral ji şehîd Hemze digirt.

  Piştî axaftinan, dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û bilindkirina têkoşînê hatin berzkirin.

Dûre girseya gel cenazeyê şehîd Hemze Kobanê heta deriyê Cizîrê hilgirt ser milên xwe ji bo piştre bişînin bajarê Kobanê.

Wê cenazeyê şehîd Hemze Kobanê li Goristana Şehîdan a Kobanê bê veşartin.

(cx -şx)

ANHA