QSD’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî eşkere kir ku di qezayekê de li Eyn Îsayê şehîd bûye.

QSD’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
25 sibat, 2023   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û nasnameya şehîdekî eşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de wiha da zanîn: “Hêzên me ji bo sepandina ewlehiyê, hemleyên paqijkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şaneyên DAIŞ`ê, didomîne û hemwextî wê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe dide.

Li navendekê ku hevalê me Muhemed Xelîl El Elo erka xwe ya leşkerî pêk dianî, di encama qezayekê de şehîd bû.

Şehîd Muhemed mînaka şervanê bisebir û dilsoz bû. Tev li hemleyên li dijî DAIŞ`ê bû. Di hemû şerên ku tevlê dibû berxwedaneke mezin nîşan dida. Xwedî giyanekî hevaltî yê bilind bû. Ji ber wê di nava hevalên xwe de hezkirî bû.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan dixwazin û di heman demê de em soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna hêviyên wan ên azadî, rizgarkirina herêmên dagirkirî û sepandina ewlehiyê û aştiyê li herêmê didin.”

Li gorî daxuyaniya QSD`ê nasnameya şehîd wiha ye:

 

Navê şoreşgerî: Muhemed
Nav û paşnav: Muhemed Xelîl El Elo
Navê dayikê: Emşe
Navê bav: Xelîl
Cih û dîroka jidayikbûnê: Elî Baciliye, 2002
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 23 Sibat 2023

(şx)