Li Iraqê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku di encama operasyona hewayî ya hêzên Iraqê ya li bakurê parêzgeha Bexdayê de, 5 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Li Iraqê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
24 sibat, 2023   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya operasyonên tunekirina çeteyên DAIŞ’ê û bermayên wan de, li Wadî Azîm ya dikeve bakurê parêzgeha Bexdayê operasyonek hewayî hatiye li darxistin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê di encama operasyonê de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Her wiha hate diyarkirin ku operasyon bi hevkariya Fermandariya Hêzên Ewlehiyê ya Selahedîn, li Wadî Ezîm hatiye kirin ku dikeve navbera parêzgeha Selahedîn û Bexdayê de.

Hêjayî gotinê ye ku demeke tevgera çeteyên DAIŞ’ê li parêzgehên Iraqê yên weke Selahedîn, Kerkûk û herêmên bi nakok dubare zêde bûye. Her wiha gelek caran êriş kirine ku encamê de bi dehan welatî, pêşmerge û endamên ewlekariyê hatine kuştin. Li beramberî vê jî opeasyonên Hêzên Iraqê ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ’ê û bermayên wan, bedewam in.