​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dadgeha Berlînê cezayê muebbedê da bersûcê sûcên şer ên li Sûriyeyê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa cezayê muebbedê ku dadgeha Almanyayê da tawanbarê sûcên şer ê li Sûriyeyê, xwestekên hêzên Sûdanê ya desthilata nenavendî û hevkariya serokê Tevgera Nehde ya Îxwanî bi koma terorîst re, kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dadgeha Berlînê cezayê muebbedê da bersûcê sûcên şer ên li Sûriyeyê
24 sibat, 2023   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

′ALMANYAYÊ CEZAYÊ MUEBBEDÊ LI DIJÎ KESÊ SÛCÊN ŞER LI SÛRIYEYÊ KIRINE, BIRÎ′

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Sûriyeyê ev tişt nivîsî: "Dadgeha herêmî ya Berlînê cezayê muebbedê yê tund li dijî Muwefeq birî ku sûcên şer di 2014′an de li Sûriyeyê pêk anîne.

Muwefeq ê ku bi navê ′kujerê Yermokê′ tê nasîn, bi qetilkirina 7 sivîlan û birîndarkirina hinên din hate tawanbarkirin. Muwefeq, di 2014′an de dema ew welatî li benda wergirtina alîkariyên xwarinê yên NY′yê li kampa Yermokê bûn, bi RBG’ê kirin hedef. Kampa Yermokê wê demê bi fermanên rejîma Sûriyeyê di bin dorpêça milîsên Filistînê de bû.”

′HÊZÊN SÛDANÎ YÊN MUXALÎF BANGA SÎSTEMA DESTHILATA NENAVENDÎ DIKIN′

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Hêzên muxalîfên Lihevkirina Çarçoveyê ya li Sûdanê duh ragihandineke siyasî ya hevbeş îmze kir û banga desthilata nenavendî kir ku ol ji dewletê were cudakirin.

Li Cobayê paytexta Başûrê Sûdanê, ji hêla Hêzên Azadî û Guhartinê-Bloka Demokratîk a bi serokatiya Cafer El Mîrxenî û Tevgera Gel a Rizgarkirina Sûdanê-Bakur bi serkêşiya Ebdulezîz El Hilo ve ′ragihandina siyasî′ hate îmzekirin.

Tiştê her du aliyan li hev kom dike, dijberiya wan ji lihevkirina çarçoveyê re ye ku di 5′ê Kanûna 2022′yan de di navbra Meclisa Serweriya Leşkerî û pêkhateyên sivîl de hatiye îmzekirin."

′XENOŞÎ BI DAN Û STANDINA BI RÊXISTINA TERORÎST RE HATE TAWANBARKIRIN′

Rojnameya El Beyan têkildarî rewşa Tunisê ev tişt nivîsî: "Dozgeriya taybet bi têkoşîna li dijî terorê ya Tunisê ,bi serokê Tevgera Nehda Raşid Xenoşî re bi gumana dan û standina bi berpirsên tundraw ji koma Ensar Şerîa re ya di lîsteya terorê de ye, lêpirsînê dike.

Ev doz, piştî giliyên sendîkayên ewlehiyê pêşkêş kirin ku li gel wan belgeya civîna di navbera Xenoşî û berpirsên Ensar Şerîa re heye, hate vekirin.

Ji hêla desthilatên Tunisê ve ji 2013′yan ve Ensar Şerîa wek rêxistineke terorê hate binavkirin. Ew jî piştî hat îsbatkirin ku têkiliya wê bi rêxistina El Qaîdê re û beşdariya wê di suîqestkirina çalagkerên siyasî Şukrî Belîd, Mihemd El Berahîmê de heye, pêk hat."

(fr)