Şehîdê Sutoro Mûnîr Gewriye hat oxirkirin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro Mûnîr Gewriye Gewriye (Loey) ku di encama krîza dil de li Qamişlo şehîd bibû, hat oxirkirin.

Şehîdê Sutoro Mûnîr Gewriye hat oxirkirin
23 sibat, 2023   12:27
QAMIŞLO

Pêkhateya Suryan a li Qamişlo, endamên partî û yekitiyên jinên Suryan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro û Meclisa Leşkerî ya Suryanî, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro Mûnîr Gewriye Gewriye (Loey) li goristana Keldan a li taxa Siyahî ya Qamişlo, oxir kir.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre daxuyaniya Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro ji aliyê berdevê hêzê Akad Hena ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal li ser cihê pîroz ê şehîdan hat kişandin û hat gotin: “Şehîd Mûnîr bi salan bê rawestan heta kêliya ku şehîd bûye, têkoşîn kir.”

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryanî Robêl Beho jî axivî û bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên herêmê û fedakariyên şehîdan û wiha got: “Şehîdên me rêya Sûriyeya demokratîk, pirreng ku tê de rêz li hember hemû ol, bawerî û pêkhateyan tê girtin, vedikin.”

Beho soza dewamkirina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin. Piştre cenazeyê şehîd Mûnîr di nava dirûşmeyên “Şehîd Namirin” de hat veşartin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro, şehîd Mûnîr Gewriye (Loey) di 1`ê Tîrmeha 2015`an de tev li refên wan bûye, beşdarî gelek operasyonên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye û di 22`yê Sibata 2023`an de di encama krîza dil de şehîd bûye.

(cx)

ANHA