Artêşa Tirk a dagirker herêmên Sîda û Çemçoyê bombebaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker 74 caran bombe li çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê barandin.

Artêşa Tirk a dagirker herêmên Sîda û Çemçoyê bombebaran kirin
23 sibat, 2023   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"22'yê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û Girê Ortê yên Amêdiyê û li nêzî gundê Sîda û qada Çemço yên ser bi nehiya Şêladizê ya navçeya Amêdiyê ve, çeperên me yên berxwedanê 74 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."