​​​​​​​Şandeya Beşa Jineolojiyê li Almanyayê ye

Li ser vexwendina Zanîngeha Emden/Leer a Almanyayê, şandeyeke ji beşên Jineolojiyê yên zanîngehên Rojava û Kobanê li Almanyayê ye. Şande dê li ser Jineolojiyê semîneran bide.

​​​​​​​Şandeya Beşa Jineolojiyê li Almanyayê ye
23 sibat, 2023   13:06
QAMIŞLO

Şandeyeke ji beşên Jineolojî yên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê, di 11`ê Sibatê de serdana Zanîngeha Emden/Leer a Almanyayê kir. Şande ji aliyê Zanîngeha Emden/Leer hatibû vexwendin.

Şande ji endama Beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Kobanê Dîcle Heyder pêk tê. Mamosteyên ku di nava şandeyê cih digirin lê nikarîbûn biçin, bi rêya online beşdarî hevîdtin û semîneran dibin.

Li gorî agahiyên ku me ji Dîcle Heyder wergirtine, di serdanê de wê şande bi zanîngehên Almanyayê re bicive. Heta niha bi Zanîngeha Alice Salomon û Zanîngeha Bremen re hevîdtin hatine kirin. Her wiha dê peymana ku Zanîngeha Rojava demeke berê bi Zanîngeha Emden/Leer re hatibû îmzekirin, were nûkirin.

Şande li Zanîngeha Alice Salomon plansaziya xwe ya hevbeş pêk tîne, li ser vî esasî jî semîneran li dar dixe. Li gorî agahiyên ku me ji Zanîngeha Rojava bi dest xistine, bernameya semîneran dest pê kiriye û dê heta hefteyekê rojane semîner bên dayîn.

Mijarên semîneran ev in; danasîna zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, danasîne Beşa Jineolojiyê û pêşxistina têkiliyên zanistî di navbera Zanîgeha Rojava û Zanîngeha Emden/Leer de.

Tê payîn ku serdana şandeyê heta 8`ê Adarê dewam bike.

(sb)

ANHA