66 malbatên din hatin Şehbayê

66 malbatên din ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berê xwe da kantona Efrîn û Şehbayê.

66 malbatên din hatin Şehbayê
23 sibat, 2023   11:59
ŞEHBA

Di 2 rojên dawîn de ji ber erdheja 6`ê Sibatê ya li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê, 66 malbatên din ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berê xwe da kantona Efrînê û Şehbayê.

Bi vê daneyê re, hejmara malbatên ku piştî erdhejê gihaştine kantonê, bû 3 hezar û 66.

Beşa yekemîn a malbatan di 6`ê Sibatê gihaştibû kantonê.

(şx)

ANHA