Lidarxistina civîneke çaralî ya Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê tê nîqaşkirin

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov destnîşan kir ku niha derfeta lidarxistina civîneke çaralî ya wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, dewleta Tirk û hikumeta Şamê tê nîqaşkirin.

Lidarxistina civîneke çaralî ya Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê tê nîqaşkirin
23 sibat, 2023   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Rûsyayê, cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragihand ku ji bo lidarxistina civîneke çaralî ya Rûsya, Îran, dewleta Tirk û hikumeta Şamê li ser asta wezîrên karên derve, nîqaş tên kirin.

Bogdanov eşkere kir ku Îran ji ber têkiliyên xwe yên bi Şam û Enqereyê re, rola wê ya herêmî û tevlêbûna wê ya dan û standinên Astanayê de, dixwaze tev li van dan û standinan bibe.

Têkildarî pirsa ‘gelo Sûriye û Tirkiye dikarin têkiliyên xwe yên dîplomatîk di demeke nêz de vegerînin?’ Bogdanov ev bersiv da: "Ev yek ji armancên dan û standinên dawîn ên ji bo normalîzekirina têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê ye. Divê têkiliyên dîplomatîk ên Şam-Enqereyê vegerin û şandeyên dîplomatîk li her du welatan ji nû ve dest bi kar bikin.”

Bogdanov da zanîn ku Rûsya û Sûriyeyê di civîna wezîrên parastinê ya di dawiya Kanûna borî de ji bo karê hevbeş, mekanîzmayek daniye.

(şx)