Ji bo malbatên şehîd Dilşêr Efrîn û Diyar Serêkaniyê sersaxî hat xwestin

Şêniyên Hesekê sersaxî dan malbatên şehîd Dilşêr Efrîn û Diyar Serêkaniyê û soza şopandina rêya şehîdan da.

Ji bo malbatên şehîd Dilşêr Efrîn û Diyar Serêkaniyê sersaxî hat xwestin
Ji bo malbatên şehîd Dilşêr Efrîn û Diyar Serêkaniyê sersaxî hat xwestin
Ji bo malbatên şehîd Dilşêr Efrîn û Diyar Serêkaniyê sersaxî hat xwestin
Ji bo malbatên şehîd Dilşêr Efrîn û Diyar Serêkaniyê sersaxî hat xwestin
Ji bo malbatên şehîd Dilşêr Efrîn û Diyar Serêkaniyê sersaxî hat xwestin
Ji bo malbatên şehîd Dilşêr Efrîn û Diyar Serêkaniyê sersaxî hat xwestin
Ji bo malbatên şehîd Dilşêr Efrîn û Diyar Serêkaniyê sersaxî hat xwestin
23 sibat, 2023   11:57
HESEKÊ

Îro bi dehan şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Dilşêr Efrîn û Diyar Serêkaniyê, bûn.

Konê sersaxiyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li pêşiya Seken Şebabî ya taxa Neşwê ya bajarê Hesekê hatiye vedan. Di bin kon de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatine daliqandin.

Di merasîma sersaxiyê de, Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Idrîs Oso axivî û sersaxî da malbatên her du şehîdan.

Oso destnîşan kir ku dewletên komploger û di serî de dewleta Tirk a dagirker bi girankirina tecrîdê wê nikaribin wan ji Rêber Abdullah Ocalan dûr bixin.

Oso anî ziman ku fikrên Rêber Ocalan li Rojhilata Navîn belav bûne û dewleta Tirk çi bike jî wê nikaribe wî fikrî ji holê rake.

Endamê Rêveberiya Têkiliyên Leşkerî ya Hêzên Erka Xweparastinê ya Hesekê Ebdulhemîd El Sayir jî axivî û anî ziman ku “Erdoganê faşîst wê bi siyaset, çekên xwe û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, nikare vîna me têk bibe."

Dûre Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Sebah Mûsa soza şopandina rêya şehîdan da.

Merasima sersaxiyê bi dirûşmeyên mîna "Şehîd namir in" bi dawî bû.

Gerîlayê HPG`ê Nûr Dalo (Dilşêr Efrîn) di 11`ê Tîrmeha 2022`yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû. Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Elî Omer (Diyar Serêkaniyê) jî li Serêkaniyê di 2014`an de şehîd bibû.

(şx/cx)

ANHA