Kombûna Jinan a Zenbûya hemleya çandina 4 hezar û 500 daran dest pê kir

Komîteya Aboriyê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Reqayê hemleya çandina 4 hezar û 500 darên tirî ragihand.

Kombûna Jinan a Zenbûya hemleya çandina 4 hezar û 500 daran dest pê kir
20 sibat, 2023   14:44
REQA

13 jin tev li hemleyê bûn ku îro dest pê kir û dê heta çarşemê berdewam bike.

Hemle projeyeke koopratîf e û jê tê armanckirin ku 14 donim li erda Bihûs a herêma Kesrat a başûrê Reqayê bi daran werin çandin.

Li gorî endama Rêveberiya Komîteya Aboriyê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya Cîhan Mihemed  qezenca projeyê ji sedî 15 ya komîteyê ye û ya din a sindûqa komîteyê ye ji bo ku projeyên din pêk bînin da ku aboriya jinan bi pêş keve.

(şx)

ANHA