`Edaleta civakî û bandora wê li ser ferd û civakê` mijara semînerekê li Qamişlo

Ji bo xurtkirina têgehên edaleta civakî û bandorên wê li ser civakê, Rêxistina Mafên Mirovan û Navenda Lêkolînan a Mafên Jinan, bi boneya Roja Edaleta Civakî ya Cîhanê semînerek bi navnîşan “Edaleta civakî û bandora wê li ser ferd û civakê” li dar xist.

`Edaleta civakî û bandora wê li ser ferd û civakê` mijara semînerekê li Qamişlo
20 sibat, 2023   15:27
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Edaleta Civakî ya Cîhanê ku 20`ê Sibatê ye, ji bo xurtkirina têgehên edaleta civakî endama Rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma li Parka 19`ê Tîrmehê ya taxa Erbawiye bi beşdariya endamên Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Etiye Hesen Nemê, endamên Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê, Meclisa Edaleta Civakî û Navenda Lêkolînan a Mafên Jinan semîner da.

TÊGEHA EDALETA CIVAKÎ YA CÎHANÎ

/ar/uploads/files/2023/02/20/140013_img_9746.webp

Semîner li ser du beşan hate dayîn. Di beşa yekemîn de Evîn Cuma behsa têgeha edaleta civakî ya cîhanî kir û rapora NY ya têkildarî Roja Edaleta Civakî ya Cîhanê ya 2023`yan xwend.

Evîn destnîşan kir ku di raporê de behsa hemûyan nehatiye kirin û got: “Mînak jî, pandemiya Korona û erdheja li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û navîna Sûriyê û bakurê Tirkiyê pêk hatiye. Tu edalet li wan herêman çênebû.”

TEGEHA EDALETE YA REVEBERIYA XWESER

Di beşa duyemîn de têgeha edaleta civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê endamê Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Etiye Nimê ve hate nirxandin. Nime got: “Gel jêdera desthilatan û xwediyê serdestiyê ye. Bi rêya sazî û meclisên hatine hilbijartî, vê desthilatê pêk tîne. Her desthilatek li dijî hevpeymana civakî, ne rewa ye. Gel jêder û bingeha rewabûna hemû meclis û desteyên civakê ye ku li ser rêgezên demorkatîk hatine avakirin.” ".

Nime diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi rêya tunekirina hemû projeyên nijadperest û siyaseta cudakirinê ya pergalên zordest, rêgeza edaleta demkî ji xwe re kiriye bingeh û wiha domand: “Kesên zirar dîtine bi awayekî adil dabîn dike. Rêveberiya Xweser mafên mirovan û nirxên wê li gorî pîvanên navneteweyî misoger dike. li cem wê, azadî nirxê herî biha ye.”

Nime destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya meclis û desteyên xwe yên herêmî, mafekî adil dide gel ku tev li rêveberiyê, dayîna biryaran û lidarxistina projayan bibe û got: “Ev îsbat dike ku modeleke demokratîk a adil pêk tê û gel xwe bi xwe bi rêve dibe.”

(şx)

ANHA