Der barê Komploya Navneteweyî de li Dêrazorê semîner

Meclisa Gel a bajarokê Mihêmîd bi koordîneya Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê semînerek der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de li dar xist.

Der barê Komploya Navneteweyî de li Dêrazorê semîner
20 sibat, 2023   14:07
DERAZOR

Nûnerên Meclisa Gel, şêniyên bajarokê Mihêmîde, endamên Yekitiya Werzîşê û nûnerên Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê tev li semînerê bûn ku li Navenda Yekitiya Werzîşê ya bajarojê Sifîrê Jêrîn ê rojavayê Dêrazorê li dar ketiye.

Di semînerê de hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Mihêmîde Berakat El Ehmed der barê komployê de axivî û got: “Li gorî mikurhatinên tirkan bi xwe destê îstixbarata Îsraîl, Amerîka, Kenya, Yewnanistan û Tirkiyê di komploya 15`ê Sibatê de hebû. Komplo heta roja îro li dijî gelên cîhanê berdewam e. tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewama şerê li dijî fikrê demokratîk ê azad e.”

Piştre bi navê Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê cîgira hevserokatiya Meclisa Herêma Rojava Meha Mihemed axivî û got: “Fikrê Rêber Abdullah Ocalan, fikrekî aştiyane ye û jiyana hevbeş, ewlehî û istiqrarê teşwîq dike. Dewletên komploger, ji bo têkbirina vî fikrî dest bi komployan kir. Lê ruxmî wê jî nekarîn rê li pêşiya belavbûna fikr û baweriyên wî bigirin ku em pê bawer in.”

Meha bang li rêxistinên mafên mirovan û Rêxistina Edlê ya Navneteweyî kir ku tecrîdê bi dawî bikin û Rêber Abdullah Ocalan serbest berdin ji bo doza gelê wî yê demokratîk berdewam bibe.

(şx)

ANHA