​​​​​​​Endamekî şaneya aloziyê banga vekirina hemû deriyên hundir û derve kir

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamê şaneya aloziyê Ciwan Mele Îbrahîm destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser amade ye alîkariyan ji hemî sûriyan re pêşkêş bike. Her wiha bang li aliyan kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekê, deriyên hundir û derve vekin.

​​​​​​​Endamekî şaneya aloziyê banga vekirina hemû deriyên hundir û derve kir
19 sibat, 2023   00:46
REQA-EHMED EL ESAF

Hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker hîna mijara alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser pêşkêş kirine, di siyasetê de bi kar tîne û ev jî nahêle ku ev alîkarî bigihêje mexdûrên erdhejê. 

Der barê mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan ber bi herêmên wêranbûyî ve, hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser û endamê şaneya aloziyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mele Îbrahîm got: “Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê li bakur û rojavayê Sûriyê alîkariyên mirovî amade kirin ji bo ku bi rêya deriyên Um Cilûd, Ewn Dadat herêmên dagirkirî û bi rêya deriyê Tayiha derbasî herêmên hikumeta Şamê bike.” 

Piştî erdhejê bi rojekê, Rêveberiya Xweser karwanekî alîkariyan ku ji 30 tankerên sotemeniyê pêk tê û alîkariyên ku şêniyên herêmê û rêxistinên tê de kar dikin, amade kirine ber bi deriyê Um Cilûd ve şandin.

Tevî hemî hewldanan ji bo derbaskirina alîkariyan, lê karwanê alîkariyan 5 rojan li deriyê Um Cilûd ma ji ber ku aliyê din bersiv neda. Dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê jî, bersiva daxwaza Rêveberiya Xweser neda. Li gorî Mele Îbrahîm tenê 53 kamyonên alîkariyan ên şêniyên herêmê pêşkêş kirine, bi rêya deriyê Um Cilûd û derdora 89 kamyon bi rêya deriyê Ewn Dadat derbas bûn.

Mele Îbrahîm bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser li pêşiya derbaskirina alîkariyan nabe kelem çi ber bi herêmên bakur rojavayê Sûriyê yan jî ber bi herêmên hikumeta Şamê ve û wiha domand: “Rêveberiya Xweser amade ye hemû hêsanan pêşkêş bike. Mîna ku me roja yekemîn a karesatê ragihandiye, em amade ne hemû alîkariyan li gorî derfetên heyî pêşkêş bikin.”

Mele Îbrahîm wiha pê de çû: “Em lêborînê ji xelkê xwe dixwazin ji ber ku me alîkarî negihand wan. Navbeynkarî hebû ji bo ku alîkarî bêne derbaskirin lê komên girêdayî dewleta Tirk ên li bakur û rojavayê Sûriyê ne, nehiştin alîkarî derbas bibin. Em amade ne hemû cureyên alîkariyan pêşkêş bikin. Lê gelek astengî li pêşiya kar û xebatên me derdikevin.”

Mele Îbrahîm diyar kir ku divê alîkariyên mirovî bidin aliyekê û bi hemû derfet û îmkanan alîkariya mexdûran bikin çi li hundirê Sûriyê yan jî bakur rojavayê wê û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em sûrî ne, armanca me ya sereke ew e ku alîkariya xelkê xwe yê li Sûriyê bikin.”

Di dawiyê de Ciwan Mele Îbrahîm got: “Divê civata navneteweyî û rêxistinên mirovî alîkariya mexdûran bikin. Hemû deriyan vekir mîna deriyê Til Koçer û deriyên di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hundirê Sûriyê de vekin.”

(şx)

ANHA