​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-2-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-2-2023
18 sibat, 2023   23:00

Yekitiya Ragihandin Azad ji bo nîqaşkirina rewşa ragihandinê li herêmê civînekê ji rojnamevanan re li Parka Xwendinê ya taxa Xerbî ya Qamişlo li dar dixe saet di 13:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamê şaneya aloziyê Ciwan Mele Îbrahîm destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser amade ye alîkariyan ji hemî sûriyan re pêşkêş bike. Her wiha bang li aliyan kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekê, deriyên hundir û derve vekin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedar û pisporên Ereb diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd bûye sembolek û anî ziman ku mîsogerkirina ewlehî û îstiqrarê li Tirkiyeyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêkan e.

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber ku Firqeya 4`an a hikumeta şamê dorpêçeke tangav li her du taxan ferz kiriye û nahêle wesayîtên pêwîst derbasî her du taxan bibe, bi amûrên besît avahiyên bi hilweşîne re rû bi rû ne, hildiweşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê diyar kirin ku dewletên herêmî tev li Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bûn ji ber ku fêm kirin azadiya civakan bi fikr û felsefeya wî ve girêdayî ne. Welatiyan bang li gelan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyan li dar bixin û têkoşînê mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

Erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çêbûye, nîşan da ku navendîbûna dewleta Tirk mezintirîn astengiya li ber xebatên alîkariyê ye. Lubnanî jî ji xebatên tundrawî û sekna li hember wan, tevî krîza aborî ya li welat, metirsîdar in.

ÇAND Û HUNER

Pir kêm ji kesên li herêmê li def û zirneyê didin, heta roja îro vê hunerê diparêzin. Mihemed Xilo û Mehmûd Xilo yên bira yên ji Amûdê, hîna di şahiyan de li zirne û defê didin û vê hunerê diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA