​​​​​​​‘Domandina girtina Ocalan dê ewlehiyê li Tirkiyeyê pêk neyne’

Siyasetmedar û pisporên Ereb diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd bûye sembolek û anî ziman ku mîsogerkirina ewlehî û îstiqrarê li Tirkiyeyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêkan e.

​​​​​​​‘Domandina girtina Ocalan dê ewlehiyê li Tirkiyeyê pêk neyne’
18 sibat, 2023   23:35
QAHÎRE - MUHSIN EL MESRÎ

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û zextên giran ên li dijî qanûnên navneteweyî li ser wî ferz dike.

Serokê Partiya Ciwanên Misirê Seyid El Adilî diyar kir ku tevî ku derdora 24 salan di ser girtina Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûne jî, lê mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe nemiriye û got: "Lê belê zêde bû û Ocalan û têkoşîna wî bûn sembolek. Ev sembol girêdana Kurdan bi mafên xwe yên rewa yên jiyaneke ewle nîşan dide."

/kr/uploads/files/2023/02/18/192318_.webp

El Adilî anî ziman ku Ocalan êdî ne semboleke ji bo Kurdên li Tirkiyeyê tune ye, lê belê ji bo Kurdên li tevahî cîhanê bûye sembolek.

El Adilî destnîşan kir ku israra dewleta Tirk a neguhdarkirina daxwazên Kurdên li herêmê rewşê zehmettir dike, dozê bi girêktir dike, her wiha dibe sedema rijandina xwînê. El Adilî da zanîn Kurd bi doza xwe û mafê xwe yê rewa yê diyarkirina çarenûsa xwe û jiyaneke ewle bi pêkhateyên din re bawer in.

El Adilî got, divê aqil rejîmên Enqere û Şamê hikum bikin da ku çareseriyeke adilane ji bo doza Kurd pêk were.

Seyid El Adilî anî ziman ku ruxmî 24 sal in di ser girtina Ocalan re derbas bûn, lê dirûşma ji Ocalan û hemû girtiyên li Tirkiye û Sûriyeyê re azadî nemiriye û got: "Lê belê doza Kurd li tevahî paytexên Ewropayê di rojeva siyasî de dewam dike. Her sal mîna van rojan li bajarên Ewropayê mîna bajarê Strasboûrg ê Fransa, Basel ê Swîsreyê  û Luksemburgê çalakî tên lidarxistin da ku zextê li parlamentoya Ewropayê bikin ji bo ku bi tenduristiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyên Kurd eleqedar bibin û mercên hawirdoreke guncaw ji rêberê girtî re were peydakirin."

El Adilî îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan wê sembola berxwedana Kurd a lêgerîna mafên xwe bimîne û bang li dewleta Tirk mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe û domandina dan û standinên aştiyê yên ku di dawiya 2012ʹan de di navbera dewleta Tirk û PKKʹê de dest pê kiriye û di buhara 2015ʹan de bi dawî bûne, nas bike.

‘OCALAN BI SER KET’

/kr/uploads/files/2023/02/18/192340_-.webp

Lêkolînera siyasî Welaa Ebû Sitêt bi bîr xist ku Ocalan 24 salên xwe li pişt dîwarê girtîgeha li Îmraliyê temam kir û got: "Girtina wî hewldaneke rojavayî ye. Armanc jê bandora ramanê wî yê ronî bisekinînin. Her wiha ji bo ku guhertinên  zêdetir di qada pirsgirêka kurdî de çêbibe û tevahî gel û pêkhateyên ku li gel Kurdan li herêmê ne derbas bike."

Welaa Ebû Sitêt anî ziman ku hemû zextên li ser Ocalan têne kirine, serkeftina fikirên wî piştrast dik û wiha domand: "Fikirê Ocalan ne tenê li çar dewletên ku Kurd lê hene, bûye sembolê. Lê belê partiya wî PKKʹê ya herî bandor di navbera Kurdan de dimîne.Tevî qeydên li ser wî hatine ferzkirin, tevî qedexe û rewşa reşkirinê, her wiha tevî êrişên leşkerî yê dewrî yên dewletên herêmê, PKKʹê serkeftinên mezin bi dest xistin."

Lêkolîner Welaa Ebû Sitêt îşaret pê kir ku ruxmî tecrîdê û hewldanên astengkirina fikirên wî, neteweyek li gorî fikirên wî tev digere, fikirên wî komên mezin dixe tevgerê. Her wiha anî ziman ku yên ku dan pey fikirên Ocalan, bi ser ketin û Rêber Ocalan dê di têkoşîn û dîroka Kurdan de sembol bimîne.

Welaa Ebû Sitêt got tevgerên Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê bi taybet dibe ku di demeke nêzîk de dozê bi rengekî taybet bixe tevgerê û diyar kir ku komên ku bi awayekî mezin piştgiriyê didin doza gelê Kurd, bûne xwedî aramiyeke bibandor.

(bb)

ANHA