​​​​​​​Panoramaya hefteyê: Navendîbûna dewleta Erdogan mezintirîn astengiya li ber alîkariyê ye

Erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çêbûye, nîşan da ku navendîbûna dewleta Tirk mezintirîn astengiya li ber xebatên alîkariyê ye. Lubnanî jî ji xebatên tundrawî û sekna li hember wan, tevî krîza aborî ya li welat, metirsîdar in.

​​​​​​​Panoramaya hefteyê: Navendîbûna dewleta Erdogan mezintirîn astengiya li ber alîkariyê ye
19 sibat, 2023   04:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî hefteya borî li ser navendîbûna dewleta Tirk a dagirker û astengiyên wê ji xebatên alîkarîyê yên ji bo mexdûrên erdhejê re, krîza Lubnanê û noqbûna keştiya koçberan li beravên Lîbyayê nivîsandin.

‘NAVENDÎBÛNA DEWLETA ERDOGAN LI PÊŞ XEBATÊN ALÎKARIYÊ ASTENGIYA HERÎ MEZIN Eʹ

Der barê rewşa Tirkiyeyê de rojnameya El Ereb wiha nivîsand: “Tevî daxuyanî û hemleyên ragihandinê yên ku hewl didin kêmasiya mezin a li hemberî mexdûran binixumînin, lê erdheja ku di 6ʹê Sibatê de li Tirkiyeyê rû da, nîşan da ku navendîbûna dewletê ya bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan astengiya herî mezin e li pêşiya xebatên alîkariyê.

Tirkan bi xwe eşkere kir ku tîmên alîkarî û rizgarkirinê bi rojan li bendê man heta ku xwe gihandin navenda karesatê. Her wiha eşkere kirin ku gelek kesên ku hatine rizgarkirin, bi tenê hatine hiştin ku rewşa xwe çareser bikin. Van kesan hewl da bi destê xwe xizmên xwe ji binê kavilan derxin. Li gel vê alîkarî û destek sist bûn.

Ji aliyê artêşa Tirk ve alîkarî bi lez nehatin şandin. Hikumetê hewl da rewşê di bin kontrolê de bihêle û xwest xebatên alîkariyê bispêre Desteya Giştî ya Rêvebirina Karesatan (AFAD) ku li hemberî bandora mezin a wêraniyê bê çare mabû.

Erdogan eşkere kir ku kêmasî di birêxistinkirina xebatên alîkariyê de heye û ev yek spart dijwariya erdhejê ku pileya wê 7.8 bû.

Şêwirmendê rêveberiya karesatê li Danîmarkayê Hatav Rogan ku ji nêz ve Tirkiyeyê dişopîne, diyar dike ku "Navendîbûn ji bo hemû saziyên li Tirkiyeyê derbasdar e, heta yên ku divê qet bi awayekî navendî nexebitin, wekî AFAD’ê."

ʹLI LUBNANÊ HÊRSA LI HEMBERÎ BANKANʹ

Der barê rewşa Lubnanê de, rojnameya Îtîhad El Îmaratiya wiha nivîsand: "Li Lubnanê li dijî bendên nefermî yên ku li ser kişandina pereyan ji bankan hatin ferzkirin, her wiha li dijî rewşa aborî ya hilweşiyayî, bi dehan xwepêşandêran şaxên bankan ên taxeke Beyrûtê şewitandin.

Berdevkê komeleya "Qêrîna Kesên ku Pereyên Xwe Xistine Bankan" got ji ber ku lîreyê Lubnanê duh gihaştiye rekoreke nû, herî kêm 6 şaxên bankê bûne armanc. Her wiha anî ziman ku komele nûnertiya kesên ku pereyên xwe xistina bankan lê nikarin bistînin, dike.

Ji sala 2019ʹan ve, bankên Lubnanê li ser kişandina pereyan bi dolar û lîreyên Lubnanê qeyd danîne ku tu carî nebûye qanûneke fermî. Ji ber vê yekê kesên ku pereyên xwe xistine bankan, hewl didin bi rêya dozên qanûnî yan bi zorê bigihêjin hesab û pereyên xwe.”

‘KEŞTIYEKE PENABERAN LI BERAVÊN LÎBYAYÊ NOQ BÛ: 73 PENABER MIRIN’

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Rêxistina Penaberiyê ya Navneteweyî ya li Lîbyayê diyar kir ku keştiyeke penaberan li hember beravên Lîbyayê noqî avê bûye û herî kêm 73 penaberan jiyana xwe ji dest daye.

Rêxistinê diyar kir ku di keştiyê de nêzî 80 kesên ku berê xwe dida Ewropayê hebûne, ji wan tenê 7 kes rizgar bûne.

Li gorî daneyên heman rêxistinê, îsal di rêwîtiyên bi rêya Deryaya Spî yên ji Lîbyayê ber bi Ewropayê de, zêdetirî 130 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Sala borî jî zêdetirî hezar û 450 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Rêxistinê destnîşan kir ku rewş giran e û pêwîst e dewlet ji bo lêgerîn-rizgarkirinê derfetên xwe seferber bikin.”