Însiyatîfa Nûn encamên hevdîtina xwe ya bi Meclisa Ewropayê re eşkere kirin

Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Ocalan got, felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûye jêdereke fikrî ku dîwarên girtîgehê derbas kir û êdî girava Îramliyê bûye çavkaniya radyasyona fikrî, şaristî û mirovî. Her wiha destnîşan kir ku Meclisa Ewropayê, bi erênî bersiv daye daxwaza berdana wî.

Însiyatîfa Nûn encamên hevdîtina xwe ya bi Meclisa Ewropayê re eşkere kirin
18 sibat, 2023   15:17
LUBNAN

Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Ocalan panelek li paytexta Lubnan Beyrûtê li dar xist û encamên serdana xwe ya ji bo Meclisa Ewropayê û CPT`yê eşkere kir.

Di panelê de ku çalakvan û aktîvîstên jin ji Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê behsa însiyatîfa xwe ku jê armanc dikin, Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, fikrê wî bidin nasandin û belav bikin, têkoşîna wî ya ji bo piştevaniya gelên bindest pênase bikin, kir.

ENCAMÊN SERDANA BO MECLISA EWROPAYÊ

/ar/uploads/files/2023/02/18/142141_0000.webp

Endama însiyatîfê, Suad Mehmûd axivî û got: “Fikrê Rêber Abdullah Ocalan tevî ku dîlgirtî ye, bi rêya serdanên parêzeran ên heftane belav bû. Lê dema pê hesiyan, serdan kêm kirin. Kirin mehê carekê piştre kirin her 6 mehan carekê  ku ya herî dawî 2018`an bû.”

Suad rave kir ku endamên însiyatîfê, gelê Kurd û yên bi fikrê wî bawer in, li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi fikar in.

Suad destnîşan kir ku ji ber van metirsiyan, wan gelek însiyatîfên sûrî, misirî, erebî û navneteweyî tevî însiyatîfa Nûn ragihandin ku bi Meclisa Ewropayê re hevdîtin pêk anî û wê jî bi erênî bersiva daxwaza serbestberdana wî da. Suad got Meclisa Ewropayê eşkere kiriye ku desthilata Tirkiyê pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan red dike.

Suad da zanîn ku CPT serdana însiyatîfa Nûn red kiriye. Suad diyar kir ku dibe ji ber fişarên desthilata Tirkiyê, CPT serdana wan qebûl nekiriye.

SEMBOLÎZMA RÊBER Û PIRSGIRÊKA KURD

Piştre, beşdaran destnîşan kir ku fikrê Ocalan li herêma Rojhilata Navîn belav bûye, sînor û cografiya derbas kiriye, gelên azadî xwedî lê derdikevin ji bo ku koletiyê û zordestiyê têk bibin.

Her wiha destnîşan kirin ku dewleta Tirk çi dike bila bike lê nikare fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji gelên pê bawer dûr bixe ji ber ku fikrê wî yê ronakbîr û felsefeya wî êdî bûye jêdereke fikrî ku dîwarên girtîgehê derbas kirin û êdî girava Îmraliyê bûye çavkaniya radyasyona fikrî, şaristanî û mirovî.

(şx)