​​​​​​​Bîlançoya êrişa DAIŞ`ê giran bû: 68 kes hatin kuştin

Bilançoya êrişa xwîndar a çeteyên DAIŞ`ê zêde bû ku li herêma El Sexne ya rojhilatê Humsê pêk aniye. Heta niha 68 welatî û endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

​​​​​​​Bîlançoya êrişa DAIŞ`ê giran bû: 68 kes hatin kuştin
18 sibat, 2023   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ`ê duh, li herêma El Sexne ya rojhilatê Humsê welatiyên ku dombelan kom dikirin û benda kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê kirin hedef. Di encamê de kuştî çêbûn, lê hin welatî revaniyan û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Îro jî, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandin ku bîlançoya kuştiyan zêde bûye. Her wiha eşkere kir ku heta niha 61 welatî û 7 endamên hêzên hikumeta Şamê li herêma Dibiyat a gundewarê El Sexne yê beyara Humsê hatine kuştin.

Di herêma Dibiyat de zeviyeke gaza xwezayî û baregeha komên Îranê hene.

Di vê dawiyê de ji erdhejê ve, êrişên çeteyên DAIŞ`ê zêde bûn ku mijulbûna cîhanê bi karesatê bi kar tînin da ku êrişên xwe pêk bînin. Di serî de welatiyên herêmê dikin hedef.

Ji 10`ê Sibatê û heta niha 90 welatî û leşker li beyara Sûriyê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine kuştin.

(şx)