Di panelekê li Girkê Legê de teqezî bi pêkanîna yekitiya nîştimanî hat kirin

PYD`ê ji bo şîrovekirina geşedanên dawîn li herêmê û bandorên wê li ser doza Kurd paneleke diyalogê li navçeya Girkê Legê lidar xist.

Di panelekê li Girkê Legê de teqezî bi pêkanîna yekitiya nîştimanî hat kirin
18 sibat, 2023   15:58
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn li herêmê û bandora wê li ser doza Kurd, paneleke diyalogê li hola Sandîqeya Karkeran a bajarokê Rimêlan li dar xist. Di panelê de bi dehan rûspiyên Kurd ên navçeya Girkê Legê beşdar bûn.

Di panelê de hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah axivî û behsa geşedanên siyasî yên li herêmê kir.

/ar/uploads/files/2023/02/18/144807_dsc_0029.webp

Asya destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst destwerdana kar û barên Rojhilata Navîn dikin ji bo ku dewletan parçe bikin û aloziyan li ser hemû astan derxin û bêîstiqrariyê li herêmê biafrînin. Ji ber ku îdeolojiya wan li ser şer û siyaseta çetebûnê ava bûye.

Asya wiha domand: “Siyaset û dîplomasiya heyî li ser hêzê ava bûye. Ji ber ku yên bê hêz nikarin armancên xwe pêk bînin. Ji ber wê divê em refên xwe xurt bikin û ji dîrok û aloziyên rû didin tecrubeyan bibin û berxwedan û têkoşînê mezin bikin. Ji ber ku ev hêz niha hew ldidin lihevkirinên nû mîna Lozanê li ser hesabê gel û destkeftiyên me pêk bînin.”

Di dawiyê de Asya got: “Em partiyeke kilasîk in. Armanca me ne desthilat e lê belê pêkanîna mafên demokratîk ên gelê Kurd e. Em amade ne yekitiya nîştimanî pêk bînin, lê bi şerta ku berjewendiyên gelê Kurd pêk bîne.”

Beşdaran rewşa herêmê bi giştî û doza kurd, gavên pêwîst ku divê werin avêtin ji bo ku yekitiya nîştimanî pêk were, nîqaş kirin.

Di dawiyê de li ser girîngiya pêkanîna yekitiya nîştimanî di vê pêvajoyê de ji bo têkbirina astengiyên ku dijmin li pêşiya doza kurd derdixe, li hev kir.

(şx)

ANHA